Here naverokê

pişt

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈpɘʃt/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: pişt
[biguhêre]
pişta kesekî

pişt m, p-ya nerm, t-ya nerm

  1. aliyê paşî yê leşî ji patikê ta navtengê,
    hevbera sîngî û zikî lê li aliyê din yê leşî
    Duhî zikê min diêşiya, îro pişta min.
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Bûbê rabû ser xwe, herdu destên xwe dane pişt xwe û ber bi pacê ve meşiya.
  2. beşa jorîn ya leşê candarên çarpê
    (bi taybetî ya dewaran ku mirov dikare lê siwar bibe)
  3. dijbera pêşiyê, ji pêşiyê dûr
    Yekî ji piştê gazî kir.
  4. hevbera kefa destî lê li aliyê din yê destî
  5. aliyê ne giring yan bênaverok
    Tiştek li ser pişta wêneyê hatibû nivîsîn. ― ne aliyê dîmen lê ye
  6. parçeya kursiyê yan qenepeyê ku mirov dema rûdine ser pişta xwe didiyê
    Pişta vê kursiyê şkestî ye.
  7. dawî, qepaxa aliyê dawiyê (bi taybetî ya weşanekê, wek pirtûkê)
    Lîsteya naverokê li pişta pirtûkê ye.
  8. (xweşbêjî) qûn, kuna piştê
  9. dengê ku ji bo qewirandina pisîkan dihê derxistin
  10. piştgirî, piştevanî, destek:
    Ew pişta me ye. ― Ew alîkariya me dike.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
    Bû xezîne ew ji bo durra yetîm
    Daniye pişta wî ew Nûra 'Ezîm
    Paşê bir avête baxê Cennetê

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pişt
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pişt pişt
Îzafe pişta piştên
Çemandî piştê piştan
Nîşandera çem. wê piştê wan piştan
Bangkirin piştê piştino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî piştek piştin
Îzafe pişteke piştine
Çemandî piştekê piştinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha پشت (pişt), goranî/hewramî pişt/peşt, zazakî paşt, farisî پشت (pişt, puşt), tacikî пушт (puşt), pehlewî 𐮾𐮵𐯀𐯁𐮵‎ (puşt), belûçî پت (put), peştûyî پرشا‎ (përšā́), sogdî 𐫛𐫡𐫝𐫏‎ (prcy), osetî фӕрцы (færcy), avestayî 𐬞𐬀𐬭𐬱𐬙𐬀‎ (paršta-, /perşte-)... sanskrîtî पृष्ठ (pṛṣṭhá), nepalî फिर्ता (phirtā), hindî पुट्ठा (puṭṭhā), bengalî পিঠ (piṭh), ûrdûyî پیٹھ (pīṭh)... hemû ji proto-hindûîranî *pr̥štʰás (“pişt”) ji proto-hindûewropî *pr̥-sth₂-ós ji *per- (ber, pêş) + *steh₂- (rawestan, rawestîn > stûn) + *-ós (paşgireke peyvsaz).

Berê dihat texmînkirin ku postis (stûn) ya latînî ji heman rehî be lê niha ew teorî bi piranî tê redkirin.

Peyva îranî wek پوشت (pûşt) bi maneya qûnder, qûnek ketibû tirkiya osmanî û bi wê maneyê belav bûye hinek zimanên din jî: tirkiya niha puşt, albanî posht, ermenî փուշտ (pʿuşt), yûnanî πούστης (poústis).

Heman peyv herwiha di peyva պաշտպան (paştpan: piştevan, piştgir, parêzvan) de jî ketiye ermenî.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003), “pişt”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner
  • Mayrhofer, Manfred (1992–2001): Etymologisches Wörterbuch des Altindoarischen [Ferhenga etîmolojî ya hindûaryayiya kevn] (bi almanî), Heidelberg: Carl Winter Universitätsverlag.
  • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî), Bern, München: Francke Verlag
  • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • Soranî: pişt
  • Kurdiya başûrî: pişt
  • Hewramî: pişt, peşt
  • Zazakî: paşt, paştî

Werger

[biguhêre]

Qafiye

[biguhêre]

Hoker

[biguhêre]
Pisîkek li pişt derî ye.

pişt

  1. aliyê ku bi gelemperî berê mirovî ne lê ye:
    Li pişt xwe zivirî.
  2. ne aliyê ku dergeh lê ye:
    Çûm pişt xanî.
    Li pişt xanî.
    Ji pişt darê derket.
    Heta pişta gundî çûn. ― heta derveyî gundî

Werger

[biguhêre]