Here naverokê

pirtûk

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina pirtûk  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pirtûk pirtûk
Îzafe pirtûka pirtûkên
Çemandî pirtûkê pirtûkan
Nîşandera çemandî pirtûkê wan pirtûkan
Bangkirin pirtûkê pirtûkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pirtûkek pirtûkin
Îzafe pirtûkeke pirtûkine
Çemandî pirtûkekê pirtûkinan
Pirtûk

pirtûk m

  1. (purîzm) Komeke kaxezên bi nivîs û / yan resm yên di nav bergekî de hatine çapkirin.
    Hevmane: kitêb
    • Min ev pirtûk sala 1959'an li Stenbolê, li Harbiye di hucra 38'an de wextê ku ez girtî bûm, nivisîbû. — (1965Musa AnterBirîna Reş, Avesta, sala weşandinê: 1999, çapa 3an, r. 9, ISBN 975-7112-65-8)
    • Xûndina pertokê — (1967Ezîz AkreyîFêrbûna Zimanê kurdî Pi Latînî, Çapxana Kurdistanê, r. 32)
    • Du pirtûkên kurdî bi lawê Hemîdo re hatibûn girtin. Ji bo herdu pirtûkan qala heft sal ceze dibû. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
    • Ez vê yekê dibêjim ji ber ku ez naxwazim ku yek bi çavekî biçûk li pirtûka min binere. Ez bi behskirina van bîranînan gelekî xemgîn dibim. Ev heye şeş sal ku hevalê min bi berxê min re çûye. — (Antoine de Saint-Exupéry, (terciman: Fawaz Husên), Mîrzayê Biçûk, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1995ISBN 91-88592-19 7)
    • Gotineke pêşiyên afrîki wiha dibêje: Pirtûk baxçek gulan e di bêrîka mirovan da. Pirtûk dost e, rêber e, heval e, zana ye. — (02.01.2017ciwan ikbalEm ê Çawa Pirtûka Bidene Hezkirin? Pirtûk Çi ye? Em Çima Pirtûka Dixwûnin [arşîv])

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Nayê zanîn. Şiklê "pirtûk" bi Ferhenga Khurdi-Tirki ya Musa Anter (1967)[ç 1] belav bûye. Bêriya wî di kurmancî de tenê careke di Ferhenga Qanatê Kurdo de bi şiklê "pertûk"[ç 2] derbas dibe. Bide ber soranî پەڕتووک (perrtûk), aramiya nû ya asûrî ܦܪܬܘܟ (pirtūk, qamîş, rûl), ermeniya kevn պրտու (prtu, papirus) û erebî بُرْدِيّ (burdiyy, papirus).

Çavkanî:

  1. ^ Musa AnterFerhenga Khurdî - Tirkî[1], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967, r. 106
  2. ^ Qanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960

Werger

[biguhêre]