stêr

Ji Wîkîferhengê
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
stêrk  / stêr  / stêrik

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî stêr stêr
Îzafe stêra stêrên
Çemandî stêrê stêran
Nîşandera çemandî stêrê wan stêran
Bangkirin stêrê stêrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî stêrek stêrin
Îzafe stêreke stêrine
Çemandî stêrekê stêrinan
Stêr li esmanan

stêr

  1. parçeyên esmanî yên ku ronahiyê didin:
  2. paye, ritbe, nîşanên biserkeftinê yên ji dirûvên stêran
    (ku bi taybetî qehremanên leşkerî werdigirin):
    stêra generaliyê
  3. her tiştê ku kujiyên wan mîna tîrêjên stêran bin:
  4. kesa/ê gelek navdar, bi taybetî hunermend
    stêrên filmên Hollywoodê
  5. stêrk, di çekan de ew der ya mirov tê re armanca anku hedefa xwe digire
  6. stêrk, asterîsk, di nivîsînê de nîşana *
  7. felek, qeder

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

[biguhêre]

Qafiye[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *h₂stḗr. Hevreha soranî ئەستێرە‎(estêre), kurdiya başûrî hesare, lekî asare, hewramî hesare, zazakî estare / astare, belûçî استار‎(istar), farisî ستاره‎(sitare, sitarê), tacikî ситора (sitora), partî 𐫖𐫀𐫗‎ (ʾstʾrg), pehlewî 𐫖𐫀𐫗(mʾn /ʾstʾrg/), xotanî 𐨮𐨿𐨟𐨀𐨪𐨀‎ (stāre-), avestayî 𐬯𐬙𐬀𐬭‎ (star) û 𐬯𐬙𐬀𐬭𐬀‎ (stara), peştûyî ستوری‎‎ (stórey), osetî стъалы (st’aly), sanskrîtî स्तृ (stṛ) (stṛ́), तृ (tṛ́) ⇒ तारा (tārā), hindî तारा (tārā), ûrdûyî تارا‎(tārā), yûnaniya kevn ἀστήρ (astḗr) (astḗr), yûnaniya niha αστέρι (astéri), ermenî աստղ (astł) (astł), hîtîtî 𒄩𒀸𒋼𒅕𒍝 (ḫašterz), bretonî ster, holendî ster, almanî Stern, îngilîzî star, danmarkî/norwecî stjerne, swêdî stjärna, latînî stella, îtalî stella, romanî stea, portugalî estrela, spanî estrella, fransiya kevn estoile, fransiya niha étoile...

Peyva yûnanî wek pêşgira astro- (stêr) ketiye piraniya zimanan û kurdî jî: astrofizîk, astrolog, astrolojî, astronom, astronomî, astronot...

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • Novák, Ľubomír (2013) Problem of Archaism and Innovation in the Eastern Iranian Languages (PhD dissertation)‎[[1]], Prague: Univerzita Karlova v Praze, filozofická fakulta.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî stêr stêr
Îzafe stêrê stêrên
Çemandî stêrî stêran
Nîşandera çemandî stêrî wan stêran
Bangkirin stêro stêrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî stêrek stêrin
Îzafe stêrekî stêrine
Çemandî stêrekî stêrinan

stêr nêr

  1. stêrk, cihê nivînan di dîwarên xaniyan,
    stargeha cilnivîn û qafûqolan

Werger[biguhêre]

Bretonî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

stêr

  1. çem, robar