Here naverokê

gumgumok

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd): gʊmgʊmo:k
  • Deng (Amed); “gimgimok”: guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: gum·gu·mok
[biguhêre]
gumgumoka beyaran
Gotareke li ser gumgumok di Wîkîpediya kurmancî de heye.

gumgumok m

  1. (xişok) Ajalek xwêrkiş ku gelek cûreyên wê hene.
    • 2004, Komxebat, Ansîklopediya Zarokan, Denmark: APEC, →ISBN:
      Gumgumok wek maran ajelên kaşok in lê bi ling in û gelek cureyên wan hene. Ew kurm û mêşan dixwin. Piraniya gumgumokan li navçeyên germ dijîn. Gumgumokên bejî û avî hene.
    • 2004, Komxebat, Ansîklopediya Zarokan, Denmark: APEC, →ISBN:
      Babetên ajelan nêzî mîlyonekê ne. Gelek ajelên ku di dewra berê de hebûn nuha nemane: Bo nimûne, gumgumokên pir mezin ên ku sed mîlyon sal berê hebûn. Gelek ajelên din jî hene ku nuha li ber talûkeya tunebûnê ne. Ji ber ku xelk diçin nêçîra wan, an jî jîngeha wan xera dikin.
    • 2007 hezîran, Enwer Karahan, “Çavsoriya dewleta ceberût û helwêsta Abdûlah Demîrbaşî”, li ser Nefel.com:
      Heger hûn dev ji alema mirovahiyê berdin, -qet wan têkilî vî tiştî nekin- bi tenê li cîhana kûçikan, li ya gêrikan, li ya gumgumok û marmarok û li ya wawîkan binêrin; hûn li avî û bejayiya vê dinyayê, li qewim û ahlên herî rezîl û riswa, li milet û qebîleyên herî bi paş de mayî jî binêrin, ne mimkun e ko hûn li ucûbeyeke –wek dewleta tirkan- weha rast werin. Ne mimkun e ko hûn li naxireke din, li keriyekî din, li refekî din û li dahbe û yamyamên weha ecêb, rast werin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina gumgumok
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gumgumok gumgumok
Îzafe gumgumoka gumgumokên
Çemandî gumgumokê gumgumokan
Nîşandera çem. wê gumgumokê wan gumgumokan
Bangkirin gumgumokê gumgumokino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gumgumokek gumgumokin
Îzafe gumgumokeke gumgumokine
Çemandî gumgumokekê gumgumokinan

Formên alternatîv

[biguhêre]
[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]