mehr
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: mehr
Navdêr
[biguhêre]| Tewandina mehr | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | mehr | mehr |
| Îzafe | mehra | mehrên |
| Çemandî | mehrê | mehran |
| Nîşandera çemandî | wê mehrê | wan mehran |
| Bangkirin | mehrê | mehrino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | mehrek | mehrin |
| Îzafe | mehreke | mehrine |
| Çemandî | mehrekê | mehrinan |
mehr m
- bi fermî kirin jin û mêrên hev
- Paşê wî xeber şand pey qadî û şahidan; mehra Şahzeman û Dinyazadê hate birîn. Bi wî awayî herdu bira bi herdu xwişkan re zewicîn. — (Çîroka Hezar û Şevekê, werger: Serdar Roşan, Weşanên Nûdem)
- Roja berî wê Erdal û Sabahat Alakûş ji bo mehra xwe bibirin tevî şahidan çûn Şaredariya Sûrê. Mehra bûk û zava li ser daxwaza wan bi kurdî hat birîn. — (Netkurd.com, 12/2010)
Herwiha
[biguhêre]Nêzîk
[biguhêre]Têkildar
[biguhêre]Jê
[biguhêre]- mehr birin (lêker)
- mehr kirin (lêker)
- mehrandin
- mehrandî
- mehrbirin (navdêr)
- mehrbûn (navdêr)
- mehrî
- mehrkirin (navdêr)
- mehrkirî (rengdêr)
Etîmolojî
[biguhêre]Hevreh bi soranî مارە (mare), zazakî mare, ji mihr, ku mehneya eslî ehd u peyman bû. Hevrehên pêştir avestayî 𐬨𐬌𐬚𐬭𐬀 (miθra, “ray, peyman, sond, qewl u qerar”), farisiya navîn mtr' (/mihr/, “roj; dilovanî, dostanî, evîn”), farisî مهر (“dilovanî, evîn, dostanî”), ji proto-îranî *miθráh, ji proto-hindûîranî *mitráh, ji proto-hindûewropî *mey- (“bestin”). Cotrehê mêhr.
Qise herwisa navê xwedayê ehd u peymanan bû, Mihr. Di çaxa Îraniya Navîn da, Mihr u xwedayê rojê Xurşîd hatin yek kirin, wek ku li gotina mihrûmah (“roj û heyv”) dikare bê dîtin. Di qewlekî Êzdî da jî mihr u maha Farisî bi Kurdî meh û mehr dibe[1], ku nîşan dide eva heman qise ne. Heman qewlî gotina spihr jî wek spehr heye, ku îma dike -ihr- bi giştî bi Kurmancî dibe -ehr-.
Dixuye ku ramana têkilî evîn (û lewra >mehr u jinumêrî) di çaxa Îraniya Nû da peyda bûye, bide ber mehna farisî مهر/farisiya navîn [Peyv?] (/mihr/), ku wek میر (mîr) (wek li میرەوان (mîrewan), میر و وەفا (mîr û wefa)) daxilî Soranî jî bûye.
erebî مهر (“qelen”) bêtêkilî ye. Li çu zimanê Kurdî nehatiye deyn kirin u li şûnê gotinên din ên wek qelen bi kar tên.
Werger
[biguhêre]Bilêvkirin
[biguhêre]Hoker
[biguhêre]mehr
- zêdetir, pirtir, gelektir
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
- ^ "Ya Rebî tu xwedawendê spehr î.
Ya Rebî tu xwedayê meh u mehr î"
Qewlê Tawisê Melek
- Kurmancî
- Lema bi kurmancî
- Navdêr bi kurmancî
- Navdêrên mê bi kurmancî
- Rûpelên bi 2 madeyan
- Jêgirtin bi kurmancî
- Peyvên kurmancî yên mîrasmayî ji proto-îranî
- Peyvên kurmancî ji proto-îranî
- Peyvên kurmancî yên mîrasmayî ji proto-hindûîranî
- Peyvên kurmancî ji proto-hindûîranî
- Peyvên kurmancî yên mîrasmayî ji proto-hindûewropî
- Peyvên kurmancî ji proto-hindûewropî
- Cotreh bi kurmancî
- Kontrola wergerê
- Almanî
- Deng bi almanî
- Lema bi almanî
- Hoker bi almanî