Here naverokê

erk

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈɛɾk/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: erk
[biguhêre]

erk n

  1. Tişta/ê divê kesek bike.
    Hevmane: peywir, vatinî, wezîfe
    Parastina zimanê kurdî erkê me hemiyan e. ― Divê em hemî zimanê kurdî biparêzin.
  2. rol, dewr
  3. kar, xebat, şol, şuxl, îş

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina erk
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî erk erk
Îzafe erkê erkên
Çemandî erkî erkan
Nîşandera çem. wî erkî wan erkan
Bangkirin erko erkino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî erkek erkin
Îzafe erkekî erkine
Çemandî erkekî erkinan

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî ئەرک (erk), sogdî 𐫀𐫡𐫐 (ʾrk, “kar, kiryar, karîwerî”), yagnobî арк (ark, “kar”), waxiyî yark (“kar”), xarezmî [skrîpt hewce ye] (ʾrk, “kar, erk”), xarezmî [skrîpt hewce ye] (ʾrk, “kar, erk”), farisiya navîn [Book Pahlavi hewce ye] (hlg /⁠harg⁠/, “erk, peywir, baj; kar, koş”). Bide ber ermeniya kevn հարկ (hark), ermeniya kevn երկք (erkkʻ), gurciya kevn ხარკი (xarḳi), aghwanî 𐕆𐔰𐕙𐔼𐕄 (hariḳ), erebî خَرْج (ḵarj) (>xerc), niya prakrit 𐨱𐨪𐨿𐨒 (harka), deynên îranî. Pevbestiya bi tirkî erk nîne.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]
[biguhêre]

erk

  1. azadî, serbestî

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên azadî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

erk

  1. hêz, karîn, şiyan, tiwan, desthilat
    Siyasi erk. ― Hêza siyasî.
  2. karatî, nifûz
  3. desthilatî

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji tirkiya kevn [skrîpt hewce ye] (erk, “hêz”).

    Çavkanî:
    • Nişanyan, Sevan, Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Modern] (bi tirkî): erk