bilîn
Here nagîvasyonê
Here lêgerînê
Kurdî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
Lêker[biguhêre]
bilîn (lêkera negerguhêz) | ||
---|---|---|
Rehê dema niha: | ||
RP. Niha | ||
ez | dibilim | |
tu | dibilî | |
ew | dibile | |
em, hûn, ew | dibilin | |
Fermanî | Yekjimar | bibile |
Pirjimar | bibilin | |
Rehê dema borî: | /||
RP. Boriya sade | ||
ez | bilîm / biliyam | |
tu | bilî / biliyayî | |
ew | bilî / biliya | |
em, hûn, ew | bilîn / biliyan | |
Formên din:![]() |
bilîn lêkera xwerû, negerguhêz
- Li ser karekî sekinîn û ew kar kirin.
- Hevmane: mijûl bûn, pê rabûn, konsentre bûn
- Dîlan çentê xwe ji pişta xwe kir, li bin darê rûnişt û bi cebirandina ling û baskê kevokê biliya. — (Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem, 1986)
- Bi vê firsendê me xwest ku em ji bo we xwendevanan havpeyivînekê pê re bikin, hîn bibin bê ka ew nuha çi dike bi çi dibile. — (Sîdar Yigit, Hevpeyivîn bi Xero Abbas re [arşîv], kurdishmagazin.com, 2006)
- Her mijûliyên ku insan jê hez dikin û dibilin divê ji kar bên hesabkirin. — (Nûbihar, CIVAKA IT Û PIRSA KURDÎ (2) [arşîv], Mûrad Ciwan, hj. 26, 1998, r. 23)
- (bi taybetî deng) qut bûn, vebirîn, mit bûn, birîn
- Hem ji ber pêdaketina hevalan hem jî ji ber vexwarina ji esir ve, Ferda pir dilzîz bûbû û bi wê dilzîziyê dest bi axaftineke kurt kir. Deng ji her kesî biliya. — (Firat Cewerî, Payiza Dereng, Avesta, 2014, r. 19)
- Ji ber çavê min windabû û
Deng jî ji dor min biliya
Ez bûm wek rêwiyekî
Kerr û gêj û lal. — (Konê Reş, Spehiyê! [arşîv], helbestakurdi.com) - Wê sibehê em gihştin dibistanê, Emar ji xwe rabibû, me siloganên partiya bass bi dengê bilind gotin, deng ji şaxên daran, ji civîk û tilûran biliya, her hinek ji wan bi deverekê ve çûn. — (Kurdistan, Terora mamosteyê me [arşîv], Idrîs Hiso, hj. 174, 2020, r. 3)
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Herwiha[biguhêre]
Nêzîk[biguhêre]
Têkildar[biguhêre]
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | bilîn | bilîn | ||
Îzafe | bilîna | bilînên | ||
Çemandî | bilînê | bilînan | ||
Nîşandera çemandî | wê bilînê | wan bilînan | ||
Bangkirin | bilînê | bilînino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | bilînek | bilînin | ||
Îzafe | bilîneke | bilînine | ||
Çemandî | bilînekê | bilîninan |
bilîn mê
- Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.
- Mînakek bidin... (biguhêre)
Etîmolojî[biguhêre]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger[biguhêre]
Kategorî:
- Kurdî
- Bilêvkirina IPAyê bi kurdî
- Lêker bi kurdî
- Lêkerên xwerû bi kurdî
- Lêkerên negerguhêz bi kurdî
- Lêkerên xwerû yên negerguhêz bi kurdî
- Jêgirtinên ji pirtûkan bi kurdî
- Jêgirtin bi kurdî
- Jêgirtinên ji înternetê bi kurdî
- Jêgirtinên ji kovaran bi kurdî
- Peyvên bêetîmolojî
- Navdêr bi kurdî
- Navdêrên mê bi kurdî
- Gotarên bê beşa mane