hind

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Hoker[biguherîne]

hind

  1. ewqas, qas, qend, qender, miqdar, mêjer, çi hinde, mîna vê / wê (biçûk / mezin / baş / xirab û hwd)
    • Hind mezin e ku nikarim hilgirim.
  2. Ew yek, ew tişt, ew.
    • Ji ber hindê ez nayêm. (Ji ber wê yekê ez nayêm. / Sedema nehatina min ew e.)
  3. cem, bal, nik, def, rex
    • Ez diçim hindê diya xwe.
    • Ez nika li hindê hevalê xwe hêja me.

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

  • Teklîf kirin hemî bi merdan
    Xaqan bi xwe hind wê kemîn bû
    Fexfûr ji xwanê kaseçîn bû
    (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)

Etîmolojî[biguherîne]

hevrehên din yên kurmancî hinde, hindî, zazakî hondê, soranî ewende, partî ewinde, ji hin- (ew, , ) wek di hingê (wê gavê) de + -nd (miqder, qeder, qas, qiyas) wek di çend de, ji zimanên îranî.

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

hind

  1. rex, alî, hêl, teref
  2. hindav, raser, jor, ser

Herwiha[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

Yekser yan bi rêya ermeniya kevn ընդ (ənd) ji proto-hindûewropî *h₂énti (beramber, hevber, ber, nêzîk, li rex, li aliyê), hevreha sanskrîtî अन्ति (anti), yûnaniya kevn ἀντί (antí), latînî ante, toxarî B ante, albanî ende, hîtîtî hanza, inglîzî and, almanî und, danmarkî end, holendiya kevn ende, holendiya nû en, norwecî enn, swêdî än... Yan jî hevreha farisî عند‎ ('ind)... hemû ji erebî عند‎ ('inde: li ber, li rex, li nêzîk), hevreha maltayî għand. Ji eynî rehê proto-hindûewropî bi rêya yûnanî: antî-

[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

hind

  1. Binêre Hindistan.

Inglîzî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

  • haynd

Rengdêr[biguherîne]

hind

  1. paşîn: beşê dawî ji laşî ( bi giştî bo ajalan tê gotin)