Here naverokê

masî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina masî  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî masî masî
Îzafe masiyê masiyên
Çemandî masî masiyan
Nîşandera çemandî masî wan masiyan
Bangkirin masiyo masiyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî masiyek masiyin
Îzafe masiyekî masiyine
Çemandî masiyekî masiyinan
Masî

masî n

  1. (heywan) hin heywanên avî ne yên ku nikarin li ziwayiyan bijîn

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Jîngehên masiyan

[biguhêre]

Cûnên masiyan

[biguhêre]

Çavkanî: Chyet (di ferhengê de li ber peyva masî)

Amûrên masîpêgirtinê

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî ماسی (masî), kurdiya başûrî masî, lekî masi, mayî, goranî/hewramî masawî, zazakî mase, masi, farisî ماهی‎ (mahî), pehlewî mahîg, tacikî моҳӣ (mohî), avestayî 𐬨𐬀𐬯𐬌𐬌𐬀‎ (masiia, /mesye/), sanskrîtî मत्स्य (mátsya), punjabî ਮੱਛੀ (macḥī), hindî मछली (machlī, /meçlî/), ûrdûyî مچھلی‎ (machlī, /meçlî/), nepalî माछा (māchā)... hemû ji proto-îranî.

Li derveyî zimanên hindûîranî ev peyv di şaxên din yên zimanên hindûewropî de peyda nabe. Hin idia wê dikin hevreha peyva proto-hindûewropî *mad- (şil) û hinek jî heta *mew-k- (hilû, tehîsok, hilîsok, şemitok) e ku herwiha serekaniya peyva yûnanî μύκης (mûkês "kivark"), latînî mucus (mukus: "kilmûş; gilîz) û kurdî (kil)mûş e (ji ber gilîzê leşê masiyan). Lê delîlên xurt bo van gotinan nînin.

Lubotsky bawer dike ku peyv ji zimanekî ne-hindûewropî ketiye proto-hindûîranî anku makezimanê zimanên hindûîranî.

Çavkanî: Chyet r. 364, Horn r. 216, Lubotsky r. 3, MacKenzie r. 123, Pokorny r. 694, Tsabolov r. 643 |

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya fish a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

masî

  1. masî