ker

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ker ker
Îzafe kerê kerên
Çemandî kerî keran
Nîşandera çemandî kerî wan keran
Bangkirin kero kerino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kerek kerin
Îzafe kerekî kerine
Çemandî kerekî kerinan
Ker (1)
Kerê pezî (2)

ker nêr

  1. (guhandar) Cûnek dewaran e ku dişibe hespan û hêstiran lê ji wan kurttir û biçûktir e
    (bi taybetî bo barhilgirtinê tê bikaranîn).
    Ebleh çi kit ṭewafê nabînitin Berê reş
    Bêzê dikit ji qencan ji remz û naz û x̣encan
    Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş
    • ابله چه کت طوافی نابینتن بری رش
      بیزی دکت ژ قنجان ژ رمز و ناز و غنجان
      قدری گلان چه زانت کربش دڤیت کری رش
      (Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)
  2. Komeke pezî, garana pezî, berê pezî
  3. (mecazî) Bêaqil, bêhiş, bêmejî, mejîreş, aqilsivik, nezan.
  4. (mecazî) (ji peyva ker a heywan) ji bo kesê zir, serhişk û bêpîr û şerde

Bikaranîn[biguhêre]

  • Di gelek devokên kurmancî de ker tenê bo van cûn dewarên nêr bi kar tê. Yên mê maker in.

[biguhêre]

Gotinên pêşiyan[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-îranî *xárah (ker), ji proto-hindûîranî *kʰáras (ker).; belkî taliyê ji zimanekî samî, bo nimûne ji akadî [skrîpt hewce ye] (xeradu, ker, nêreker).

Hevreha soranî که‌ر (ker), zazakî her, hewramî ھەر‎ (her), farisî خر (xer), avestayî 𐬑𐬀𐬭𐬀 (xere), sanskrîtî खर (khére), osetî хӕрӕг (xereg), peştûyî خر (xer)‎, belûçî ہر (her).

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

Çend kerên sêvan.

ker nêr

  1. felqe, parçe, qet, par, pirt
    (bi taybetî ya ku bi kêrê hatiye birîn).
    Kerek ji sêva xwe da min.

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî که‌رت (kert), hewramî û zazakî kerd, kurdiya başûrî qeł, belûçî karç, farisî کارد‎ (kard), pehlewî kart, avestayî kerite-, sanskrîtî krti-, ermeniya kevn քերեմ (k'êrêm: jê birin, xîç kirin), yûnaniya kevn κείρω (kêiro: birîn, cew kirin), latînî curtus (kurt), inglîzî share (par, beş), shear (birîn, cew kirin), short (kurt), hemû ji proto-hindûewropî * (s)ker- (birîn, jê kirin)

Çavkanî: Cheung p.243, Horn p.185, MacKenzie P.129, Watkins p.100 | Pokorny: 941 - 942
Hevreh: kêr kurt, çerm

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr 3[biguhêre]

ker mê û nêr k-ya nerm

  1. Kesa/ê tiştekî dike yan tiştek kiriye.
    Divê kerên vê xirabiyê bên sizadan.

Bikaranîn[biguhêre]

  • Peyva ker bi vê wateyê kêm serbixwe peyda dibe lê pirtir wek paşbendikekê di gel hin peyvan tê bikaranîn: çêker, şerker, sazker

Etîmolojî[biguhêre]

Ji rehê dema niha yê kevn yê lêkera kirin

Werger[biguhêre]

Navdêr 4[biguhêre]

ker nêr

  1. (kom, grûp) Binêre kerî.

Rengdêr 1[biguhêre]

ker k-ya nerm, r-ya req

  1. Guhgiran, nebihîz,
    kesa/ê qet yan baş dengan nabihîze.
    Ker û lal (kesa/ê ne dikare biaxive û ne jî bibîze)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî که‌ڕ (kerr), kurdiya başûrî keř, zazakî kerr, hewramî kerr, belûçî کر (kerr), farisî کر‎ (kerr), pehlewî k-rr, soxdî k-rn-, avestayî kerne-, peştûyî کوڼ (kuṇ), sanskrîtî कर्ण (kárṇa-: guh), slavoniya kevn кърнъ (kŭrnŭ), latviyayî kurls, lîtwanî kurčias, hemû ji proto-hindûewropî * kʷorno- (guh). Maneya bingehîn "guh" bû lê di zimanên îranî û yên baltî de wateya "guhgiran" wergirtiye. Di zimanên hindî de bi maneya "guh" maye: hindî कान (kan), urdûyî کان (kan), bengalî কর্ণ (korno) û কান (kan)...

Werger[biguhêre]

Rengdêr 2[biguhêre]

ker

  1. (bêdeng) Binêre kirr.

Soranî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  •  IPA: /kʰɛɾ/

Navdêr[biguhêre]

ker

  1. ker (dewarek)