Here naverokê

kûçik

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Kûçikek

kûçik n, k-ya nerm (1, 2), ç-ya nerm

  1. (guhandar) Heywanek kedî (navmalî) ye û direwe anku dihewe: Canis lupus familiaris.
    Hevmane: se, seg, (bi zimanê zarokan) hewo
    • 2018, Îrfan Amîda, Şevek Şîzofren, Weşanên Lîs, →ISBN, rûpel 6:
      Kûçikên li hewşa pêş û paşî, ji hîva rûnixumandî tirsnaktir û ji ecacokê hartir, gez dikin bê.
  2. (avahî) Avahiyên mezin û şikodar (wek yên paşayan).
    Hevmane: Koşk, eywan, seray, qesr palas, koç,
  3. (argo) Ji bo biçûkxistinêbikaranîn.
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Hûn vî kûçikê ku bi darê ve girêdayî ye, dibînin, ne wilo? Ger hûn sîlahên xwe neynin teslîm nekin, ez ê we hemûyan têxim vê rewşê û hê jî jê xerabtir.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kûçik
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kûçik kûçik
Îzafe kûçikê kûçikên
Çemandî kûçikî kûçikan
Nîşandera çem. kûçikî wan kûçikan
Bangkirin kûçiko kûçikino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kûçikek kûçikin
Îzafe kûçikekî kûçikine
Çemandî kûçikekî kûçikinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Belkî ji proto-hindûewropî *ḱwṓ. Hevreha belûçî کچک (kuçek), tacikî кучук (kuçuk), iştiherdî kûte, sindî ڪتو (kuto), hindî कुत्ता, urdûyî کتا (kutta), telûgûyî కుక్క (kukka), bulgarî куче (kuçê), xirwatî kuče. Yan jî peyveke gerrok e.

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]