zimanê zikmakî
Kurdî[biguherîne]
[biguherîne]
zimanê zikmakî nêr
- zimanê dayikî, yekem zimanê ku mirov fêr bûye,
zimanê ku mirov pê mezin bûye,
zimanê dêbavên mirovî,
zimanê malbata mirovî
Agahî[biguherîne]
Maneya çend peyvên bi hev re carinan ji bingehê xwe piçekê dûr dikeve. Mesela "zimanê zikmakî" yan "zimanê dayikê" jî ew e. Zimanê mirovî yê bingehîn ne herdem zimanê dayika mirovî ye jî: belkî jin û mêr di malê de bi zimanê mêrikî dipeyivin ku ne zimanê dayikê ye û dîsa zarok jî fêrî wî zimanî bibin û bi wî zimanî bipeyivin. Ew ziman dîsa jî li gor tirkî dibe "anadil" û inglîzî "mother tongue". Herdu jî yekser/dîrek maneya "zimanê dayikê" didin. Wisa "zimanê zikmakî" jî erê mirov ne di zikê dayikê de û belkî heta ne ji dayikê jî fêr bibe (belkî dayik miribe û zarok ji aliyê kesên din ve tê xwedîkirin) lê dîsa jî dirist e.
Herwiha di gelek zimanên din de jî peyva "native" bi vê maneyê heye: inglîzî "native language", spanî "lengua nativa". Ew jî yekser/dîrek maneya "zimanê zikmakî" didin. "Native" ji latînî "natus" (zan, zayîn) tê. Anku hem "zimanê dayikê" û hem jî "zimanê zikmakî" herdu jî bikêrhatî ne.
Etîmolojî[biguherîne]
Werger[biguherîne]
- Afrîkansî: moedertaal → af
- Nedersaksî: Moderspraak → nds
- Çekî: mateřský jazyk → cs
- Danmarkî: modersmål → da
- Almanî: Muttersprache → de mê
- Esperantoyî: patrina lingvo → eo
- Estonî: emakeel → et
- Farisî: زبان مادری (zebani maderî), ?زبان مادري → fa
- Fînî: äidinkieli → fi
- Fransî: langue maternelle → fr mê
- Frîsî: memmetaal → fy
- Galîsî: lingua materna → gl
- Holendî: moedertaal → nl
- Mecarî: anyanyelv → hu
- Inglîzî: mother tongue → en
- Îtalî: bahasa ibu → it, madrelingua → it mê
- Katalanî: llengua materna → ca
- Korsîkayî: lingua materna → co
- Lîmbûrgî: modertaal → li
- Lîtwanî: gimtoji kalba → lt
- Luksembûrgî: Mammesprooch → lb
- Norweciya nînorskî: morsmål → nn
- Norwecî: morsmål → no
- Polonî: język ojczysty → pl nêr
- Portugalî: língua materna → pt
- Romanyayî: limba maternă → ro
- Slovenî: materni jezik → sl
- Spanî: lengua materna → es
- Swêdî: modersmål → sv nêtar
- Telûgûyî: అమ్మభాష → te, మాతృభాష → te
- Tirkî: anadili → tr, anadil → tr
- Weylsî: mamiaith → cy
- Yûnanî: μητρική γλώσσα → el