gewrî

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gewrî gewrî
Îzafe gewriya gewriyên
Çemandî gewriyê gewriyan
Nîşandera çemandî gewriyê wan gewriyan
Bangkirin gewriyê gewriyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gewriyek gewriyin
Îzafe gewriyeke gewriyine
Çemandî gewriyekê gewriyinan
Gewrî di navbera valahiya poz, valahiya dev, soriçik û qirrikê de ye.
Di Wîkîpediyaya kurdî de gotarek li ser gewriya mirov heye.

gewrî

  1. (anatomî) Peyvek têkildarê antomiya laşê mirov e.
    Gewrî endamek hevbeş e ji bo heris û henaseyê. Têkiliya gewrî (gerû) bi valahiya poz, valahiya dev, soriçk û qirikê heye. Mirov ji poz û dev henase werdigre, hewa bi navbeynkariya gewriyê derbasê qirikê dibe û bi navbeynkariya borîhewa (trake) diçe nav pişikan. Herwiha xurek jî ji dev bi navbeynkariya gewrî derbasê soriçikê dibe û diçe gedeyê.
Herwiha[biguhêre]
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Bide ber[biguhêre]
Têkildar[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-îranî *gereh-, hevreha avestayî gereh-, pehlewî gerûk, farisî گلو(gelû / gulû), soranî گەروو(gerû), hewramî giłuwe (gewrî), sanskrîtî gele-. Herwiha hevreha kurmancî gelî (dol, newa, nihal, navbera du çiyayan) û hewramî giłuwê (gelî).

Werger[biguhêre]