Here naverokê

newa

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

newa m

  1. awaz, melodî, selîqe, beste, arya, dengê muzîk û stranan
    • Lêbelê saza dilê Remezan ji tevan zêdetir ji akordê ketibû û ji her kesî zêdetir lal bûbû. Ji ber ku newaya xwe winda kiribû. — (Mîran Janbar (2012), Qolyeya Cécileê, çapa 1ê, Weşanxaneya Lîs, →ISBN, rûpel 104)
    • Ji xwe em bi malbetî dixebitîn, bavê min radîo, newa, stran pirr hez dikirin. — ((Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Bahar Gûltekin – Nihat Gûltekin, Malbetek 100 salan xizmetî gelê Kurd dike, Weşanxaneya Lis, rûpel 50)
    • Newaya mutrib û çengê
      Fixan avête xerçengê
      Were saqî heta kengê
      Neşûyîn dil ji vê jengê
      — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina newa
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî newa newa
Îzafe newaya newayên
Çemandî newa newayan
Nîşandera çem. newa wan newayan
Bangkirin newa newayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî newayek newayin
Îzafe newayeke newayine
Çemandî newayekê newayinan

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî, taliyê ji proto-hindûewropî *wekʷ- (gotin). Hevreha farisî نوا (neva), farisiya navîn nipek, avestayî nivek- ji *ni- (jêr, > binêre niştin) + vek-, veç- (gotin, > binêre awaz).

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]