Here naverokê

kurmanc

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

kurmanc m yan n li gorî maneyê, k-ya nerm, r-ya nerm

  1. Kurdên ku bi kurmancî dipeyivin.
    • Wê kêlîkê zarokên ku li sikakê li eydê digeriyan erîşî şekirên qul-qûlî û yên di nava qesebên zêrînî de kirin. Zarokê bajariyan wan rojan av li zarokên kurmancan venedixwarin. — (2010, Arjen Arî, Bîhoka Li Pişt Sînor, Stembol: Avesta, rûpel 41)
  2. Kurd, hemû kurd.
    • Mın ev nıvîsî ne jıbo sahıb rewacan
      Belkî jıbo bıçûkêd Kurmancan
      — (1692, Ehmedê Xanî, amadekariya M. E. Bozarslan, Mem û Zîn, Gün Yayınları, di 1968 de hate weşandin, rûpel 16)
    • هدنی صلواتن همی
      لرسولی مه ای امی
      کو بونه پیروی د وی
      عرب و عجم و کرمانج و رومی
      — (1683, Ehmedê Xanî, Nûbihara biçûkan)
      Hindî ṣelewat in hemî
      Li resûlê me ê ummî
      Ku bûne peyrewê di wî
      ʿEreb û ʿecem û kirmanc û romî
    • Da xelq-i nebêjitin ko Ekrad
      Bêmeʿrîfet in, bêeṣl û bunyad
      Enwaʿê milel xudankitêb in
      Kirmanc-i tenê di bêḥesêb in
      — (1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kurmanc
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kurmanc kurmanc kurmanc
Îzafe kurmanca kurmancê kurmancên
Çemandî kurmancê kurmancî kurmancan
Nîşandera çem. kurmancê kurmancî wan kurmancan
Bangkirin kurmancê kurmanco kurmancino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kurmancek kurmancek kurmancin
Îzafe kurmanceke kurmancekî kurmancine
Çemandî kurmancekê kurmancekî kurmancinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreh bi soranî u kurdiya başûrî کرمانج (kirmanc, Kurdê bêeşîr yê gundî). Para pêşîn aşkera Kurd e, u manc jî ihtimal bibe Mad. Mehna "Kurd" li dewrana klasîk a Îranî bi mehna terzeke jiyanê bi kar dihat, wek koçer u şivan u xwedî-heywanên li ser çiyan, îcar Kurmanc ihtimal bi ramana Madên Kurd (Madên koçer ên eşîrî ên ser Zagrosan) li kar bû. Bide ber ermenî մար (mar, Mad) ku di çaxên navîn da ji Kurdan ra dihate gotin. Guherrîna dengî wek Mad > Mand (zêdebûna -n- di Kurmancî da berbelav e, bide ber tanc, fersend...) > Manc (-nd- > -nc- wek li gazinc). Yan jî dibe ku bi têkeliya devera Kerman, wek pêşînên Kurmancan di çaxên navîn da ji wir hatin, bide ber navê şehrê Kirmaşan.

Guhartoyên din wekî "kurdmanc, kirmanc, kumanc" jî berê peyda dibûn lê niha kêm e. Kirmanc a Zazakî ji Kurmancî ye.

Berhevdanên li gel gotina tirkmen bêbinyat in hemin wiya esleke bi temamî cihê heye. Nê dibe ku kirdaskî beraqil bibe.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]