kurd

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kurd kurd kurd
Îzafe kurda kurdê kurdên
Çemandî kurdê kurd(î) kurdan
Nîşander a çemandî wê kurdê wî kurdî wan kurdan
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kurdek kurdek kurdin
Îzafe kurdeke kurdekî kurdine
Çemandî kurdekê kurdekî kurdinan
Di Wikipediyayê de nivîsek li ser kurd heye.

navdêr, mê û nêr

Wate[biguherîne]

  1. Neteweyê serekîKurdistanê.
  2. Kesên kurdîziman, kesên zimanê wan ê yekem kurdî ye.
  3. Kurdistanî, kesên ji neteweyê serekîKurdistanê.

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Şêxim, tu dizanî ev Cizîr e
Têk da kubera û kurd e mîr e
ihsan bike perdeyê hilîne
(Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Têkilî[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Wek navê piraniya miletan, etîmolojiya peyva "kurd" jî ne bi temamî zelal e. Gelek caran eynî nav li du yan çend komên etnîkî hatiye kirin. Bo nimûne kurmanc/kirmanc ji zaravaya xwe re dibêjin "kurmancî/kirmancî" û ji dêrsimiyan re dibêjin "zaza". Lê dêrsimiyên zaza ji xwe re dibêjin "kirmanc" û ji kurmancan re dibêjin "kirdas"! Rûsî ji almanan re dibêjin "nêmêts" lê ereb ji awistriyan re dibêjin "nemsayî" ku eynî peyv e!

Wisa diyar e ku peyva "kurd" gelek kevn e: di pehlewî de wek "kurt/kwrt" hatiye nivîsîn, di sûmerî de "kerde", di aramî de "qerdu", di yûnaniya kevn de "kyrtî"... Lê ne diyar e ka mebesta wan peyvan gelê kurd yê niha ye yan jî na. Lê taliyê jî ne diyar e ka maneya wê peyvê çi ye. Lê belkî ji peyva "kur" (çiya) ya sûmerî be ji ber ku sûmeriyan ji miletên di ser xwe re yên li joriya Mezopotamyayê re, li deverên çiyayî, digot "karda".

Belkî ji zimanên îranî ji aramî ji sûmerî be.

Bikaranîn[biguherîne]

Lêker:

Navdêr:

Rengdêr:

[biguherîne]

Werger[biguherîne]