Wîkîferheng:Daxwazên jêbirinê

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Daxwazên jêbirinên: 2021[biguherîne]

-firaz[biguherîne]

Emblem-WikiVote.svg
Dengdan di ?an de dest pê kir û wê di ?an de bi dawî bibe.
  • Şablon: Symbol oppose vote.svg Jê bibe {{jê bibe}} / Symbol support vote.svg Bimîne {{bimîne}} / Symbol opinion vote.svg {{şirove}}
  • Sedem: Di beşa bikaranînê de dibêje tenê peyvên serfiraz, serfirazî û serfirazane ji vê paşgirê hatine çêkirin. Paşgireke wisa bi ya min di kurdî de nîne. Ji bo ku paşgirek bibe kurdî divê di peyvên din de jî were bikaranîn. Peyvên serfiraz û yên din gişt ji farisî deynkirî ne. —Balyozxane (gotûbêj) 23:14, 19 gulan 2021 (UTC)[]


Symbol support vote.svg Bimîne Bawer dikim ev ne sedemeke di cih de ye. Ne girîng e bê ka ev ji pehlewî yan ji farsî ketiye zimanê me, lê ya girîng ew e ku ji zû ve di kurmancî de heye. Loma divê bimîne.—Gomadapeyam 17:27, 21 gulan 2021 (UTC)[]

Silav Gomada. Tiştê ku min xwest bibêjim ew e ji xeynî peyva serfiraz û yên wekî wê, peyvên din tune ne ku ji vê paşgirê hatine çêkirin. Mînak paşgira -çî herçiqas ji tirkî hatibe deynkirin jî divê di ferhengê de bimîne. Ji ber ku gelek peyvên din wek henekçî û meslehçî di zimanê kurdî de bixwe hatine çêkirin (paşgir ji tirkî deynkirî ye lê peyv bixwe di kurdî de hatine çêkirin). Lê -firaz ne wisa ye. Balyozxane (gotûbêj) 17:46, 21 gulan 2021 (UTC)[]

en erken[biguherîne]

Emblem-WikiVote.svg
Dengdan di ?an de dest pê kir û wê di ?an de bi dawî bibe.
  • Şablon: Symbol oppose vote.svg Jê bibe {{jê bibe}} / Symbol support vote.svg Bimîne {{bimîne}} / Symbol opinion vote.svg {{şirove}}
  • Sedem: Di tirkî de formên komparatîv û sûperlatîvî her tim bi daha û en tên çêkirin. Loma ne pêwîst e ku em ji bo her rengdêrê van forman jî çêkin. Eynî tişt ji bo kurdî jî derbasder e. Çêkirina forma "herî + rengdêr" xelet e. Bi ya min gişt werin jêbirin.—Balyozxane (gotûbêj) 12:00, 1 hezîran 2021 (UTC)[]

Ping @Probateur:Balyozxane (gotûbêj) 12:00, 1 hezîran 2021 (UTC)[]