Pêvek:Rastnivîsî/Alfabe

Ji Wîkîferhengê

Alfabe[biguhêre]

Di alfabeya kurdî de 31 herf (tîp, pît) hene:

Girek[biguhêre]

A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z

Hûrek[biguhêre]

a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x z

Têbinî[biguhêre]

  1. I-ya kurdî ya girek bênuqte (bêxal) ye, ne wek İ-ya tirkî ya ku binuqte ye. I-ya girek di zimanên din de jî bênuqte ye, tenê di tirkî de binuqte ye ji ber ku I-ya tirkî tîpa girek ya ı-ya tirkî ya bênuqte ye.
  2. û-ya kurdî ya dirêj gelek ji dengê ”ü” yê kurt yê tirkî cuda ye. Dema ku peyveke ji erebî di tirkî de bi ”ü” were nivîsîn, baştir e ku ew di kurdî de ne bi ”û” lê bi ”u” bêt nivîsîn: ”mumkin” (ne *mûmkûn).
  3. Dengê kurdî ”i” nikare wek ”ı” bênuqte were nivîsîn ji ber ku i-ya kurdî û ı-ya tirkî dengên ji hev cuda ne: ”kirin”a kurdî wek ”kırın” (”bişkînin”) nayê gotin.
  4. V û W: W di alfabeya tirkî de nîne loma kurd wê û V tevlihev dikin. Lê cudahiyeke bingehîn di kurdî de di navbera wan de heye. ”Ev” ya kurdî bi maneya ”bu” ya tirkî ye lê ”ew” bi wateya ”o” ya tirkî ye. Di erebî de W heye lê V nîne. Ev tê wê maneyê ku hemû peyvên ji erebî, yên ku di tirkî de bi V tên nivîsîn, divê di kurdî de bi W werin nivîsîn: wext, ewraq, wesyet (bi tirkî: vakit, evrak, vasiyet). Lê peyvên rojavayî bi giştî ne bi W lê bi V ne: vanîlya, vîdyo, vîrûs... Nabe ku V-ya wan di kurdî de bibe W.
  5. K û Q: Di kurdî de ev herdu deng jî ji hev cuda ne. Di tirkî de ”k” carinan wek ”k” ya kurdî tê xwendin ”kim” (kî) lê carinan jî nêzîkî ”q” ya kurdî ”kamera”. Peyvên rojavayî (ewropî) yên di kurdî de divê ku herdem bi ”k”, ne ”q” werin nivîsîn ji ber ku dengê "q" di wan zimanan de nîne û ew peyv di wan zimanan de ne bi dengê "q" yê kurdî tên xwendin lê tenê tirk ji ber taybetmendiyên zimanê xwe wê nêzîkî dengê "q" yê kurdî dixwînin: ”kamera, kamyon, Amerîka” (ne *qamera, qamyon, Amerîqa). Lê yên ji erebî divê ku di cihê pêwîst de bi ”q” werin diyarkirin: ”Qasim, Qadir, Qedrî” (ne *Kasim, Kadir, Kadri).
  6. Dengên ”ç”, ”k”, “p” û “t” di kurdî de bi du awayên ji hev cuda tên gotin: nerm û req yan hewadar û bêhewa. ”çav”, ”kevn”, ”pênc” û ”teng” nerm lê ”çar”, ”kemer”, ”parastin” û ”Temo” req tên xwendin.
  7. Dengê ”r” li destpêkê herdem req anku bi hêz tê xwendin lê di nava peyvê de yan li dawiya wê bi giştî nerm, lê carinan req tê xwendin. Eger di hevokê de ihtimala fehmkirina şaş hebe, dengê req yê ”r” dikare wek ”rr” were nivîsîn: ”pirr” (gelek, zêde, zehf), ”pir” (rêya di ser avê re).
  8. Eger di peyveke hevedudanî (ya ji du yan zêdetir peyvan) de peyva duyem bi eynî herfa ku peyva yekem bi dawî tê dest pê bike, hingê herdu herf dikarin (û divê ku) li pey hev bên nivîsîn: ser+reş > serreş (ne *sereş), serok+komar > serokkomar (ne *serokomar). Bi vî awayî hem nivîsîn dê li gor gotinê/xwendinê be û hem jî xwendevan dikare bi hêsanî bibîne ka peyv ji çi peyvan hatiye avakirin. Herwiha tevlihevkirina maneyê dê peyda nebe (serreş: anku kesê ku serê wî reş e. Lê sereş: seyê ku reş e.) Lê eger peyva yekem bi cotherfekê bi dawî were û peyva duyem jî bi heman herfê dest pê bike, hingê divê xetikek "-" di navbera wan de were nivîsîn: pirr-reng (ne *pirrreng).
  9. Di hin zimanan de bikaranîna du herfên cot ”kk, ll, rr” û di erebî de jî şidandina peyvan bi ”şeddeyê” tiştekî normal e. Lê peyvên ku ji wan zimanan bo kurdî hatine deynkirin, divê bi yek herfê werin nivîsîn: muherem (ne ”muherrem” wek di erebî de), kolaborasyon (ne ”kollaborasyon”, ”collaboration” ya frensî).
  10. Eger peyveke sade bi dengdêrekê (a, e, i, î, o, u, û) bi dawî were û paşbendikeke dîsa bi dengdêrekê dest pê dike bikeve pey wê, hingê divê ku herfa kelijandinê ”y” di navbera wan de were bicihkirin: rojname > rojname-y-a me (> rojnameya me).
  11. Di kurdî de dema ku dengê ”y” tê pey dengê ”î”, wê gavê dengê ”î” dibe ”i”. Divê ku ev di nivîsandinê de jî wisa li gor dengkirinê bêt nivîsîn: xanî > xaniyek, mî > miyên kulek, sî > siya dîwaran. Weke din jî, divê ku di ti peyvan de ”î” neyê pêşiya ”y”: çiya (ne *çîya), jiyan (ne *jîyan), siyaset (ne *sîyaset).