Here naverokê

bikarhêner

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Îkona bikarhêneran

bikarhêner m yan n li gorî maneyê

  1. Kesa/ê tiştekê/î bi kar tîne, kesa/ê kar bi tiştekê/î dike.
    • Microsoftê nûçeya zêdekirina zimanê kurdî li lîsteya xwe ya zimanên wergerê, li ser malpera xwe belav kir. Li gor nûkirina herî dawî ya Microsoftê, zaravên kurmancî û soranî, di appa wergerê ya wê kompaniyê de tên danîn û bikarhêner dikarin bi rêya appa wergerê, Microsoft Office û appa Bing, zêdetir ji 70 zimanên cihgirtî yên cîhanê yên di lîsteyê de bo zimanê kurdî û ji kurdî bo wan zimanan wergerînin. — (2020 tebax 24, “gerê ya wê kompaniyê de tên danîn”, li ser Xwebûn.org[1])
    • Facebook û Google ragihandine, ku dê beşdariyê di kampîna cîhanî ya rûbirûbûna koronayê bibin û ji bo wê yekê jî dê dest bi hewldaneke cuda bikin û dê li ser torên civakî çavdêriya tevgera bikarhêneran bikin. — (2020 nîsan 8, “Li Ormiyê 13% ji bikarhênerên madeyên hişber jin in”, li ser Rûdaw[2])
  2. hînbûyî
    • Hat zanîn, li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê rêjeya kesên ku madeyên hoşber bikar tînin roj bi roj zêde dibe û 13% ji bikarhênerên madeyên hişber jin in. — (2020 nîsan 8, “Li Ormiyê 13% ji bikarhênerên madeyên hişber jin in”, li ser Rûdaw[3])

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bikarhêner
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî bikarhêner bikarhêner bikarhêner
Îzafe bikarhênera bikarhênerê bikarhênerên
Çemandî bikarhênerê bikarhênerî bikarhêneran
Nîşandera çem. bikarhênerê bikarhênerî wan bikarhêneran
Bangkirin bikarhênerê bikarhênero bikarhênerino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî bikarhênerek bikarhênerek bikarhênerin
Îzafe bikarhênereke bikarhênerekî bikarhênerine
Çemandî bikarhênerekê bikarhênerekî bikarhênerinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

bi +‎ kar +‎ -hêner (= -îner).

Werger

[biguhêre]