çêrîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

çêrîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -çêr-
RP.
Niha
ez diçêrim
tu diçêrî
ew diçêre
em, hûn, ew diçêrin
Fermanî Yekjimar biçêre
Pirjimar biçêrin
Rehê dema borî: -çêrî-
RP.
Boriya
sade
min çêrî
te çêrî
wê/wî çêrî
me, we, wan çêrî
Formên din: Tewandin:çêrîn
Çêleke diçêrit.

çêrîn lêkera xwerû, gerguhêz, ç-ya nerm, r-ya nerm

  1. giyayê nedirûyî li mêrg û çîmenan yan li çolê xwarin
    Hesp li mêrgê diçêrin.
    Pezê me li zozanan diçêrit.
    • اڤ قاز و قلنگ و کبک و تیهو
      کر کر دچیرین لکوه و دشتان
      رف رف دفرین د نیڤ بهشتان
      Ev qaz û quling û kebk û tîhû
      Ker ker diçêrîn li koh û deştan
      Ref ref difirîn di nêv bihiştan
       — (Ehmedê Xanî, Mem u Zîn, 1692)

Hevmane[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

çêr + -în, ji proto-hindûewropî *kʷel-, proto-îranî *ker-, hevrehên kurdî çerx, çêr, çêrandin, çandin, çinîn, şixre..., avestayî 𐬗𐬀𐬭𐬁𐬥𐬍 (çeranî: gerîn - rehê dema niha -çer-) farisiya kevn ker- / çer-, parsî, pehlewî, sîvendî çer-, farisî چریدن‎ (çerîden - rehê dema niha -çer-), zazakî çêrayene, sanskrîtî चरति (çereti), latînî colere (çandin), yûnaniya kevn πέλω (pelō: livîn), ermeniya kevn հոլով (holov: çerixîn), îngilîzî wheel...

proto-hindûewropî *kʷel- (gerîn; çêrîn; çandin, kêlan)

proto-îranî *ker- ("livîn")
avestayî: çer- ("livîn")
farisiya kevn: çer- ("livîn")
partî: ç'r- ("çêrîn")
pehlewî: çer- ("çêrîn")
farisî: çer- ("çêrîn")
belûçî: çer- ("çêrîn")
osetî: çerd- ("çêrîn")
sîvendî: çer- ("çêrîn")
kurmancî: çêrîn- ("çêrîn")
zazakî: çêrayene- ("çêrîn")
sanskrîtî: çer- (livîn")
yûnanî: pelō, ("livîn")
latînî: colere, ("çandin") ...
Çavkanî: Cheung p.34, Chyet, Watkins p.45, Etymonline
Binere herwiha: çerx, çer, çerandin, çandin, çinîn, şixre,

Werger[biguhêre]