Gotûbêja pêvekê:fînî-kurdî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Silav... Didan ne Kurmancî ye gelo. Dirûvêd tîpa latînî'ne. Ango dirûvê nivîsandinê Kurmancî ye ne bi tîpêd Erebî ye. Dîsa ango didan ne Kurmancî. Didan soranî ye. Kurmancîya didan diran e. Soranî دِدان. Kurmancî diran.Nenas50 (gotûbêj) 20:21, 23 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Silav, ezbenî!
Te ev baweriya xwe derbarê "didan/diran" ji kû aniye ku dibêjî "didan" ne kurmancî ye. Ez-qurban, li Konyayê, li Rojava, li Hekariyan, li Behdînan, di kurmanciya Rojhilat de... "didan" e. Herwiha bi zazakî jî "didan/dindan" e. Tenê li çend deverên Bakur mirov forma "diran" dibihîze. Îcar ji kû ketiye serê te ku "didan" ne kurmancî ye?
Jixwe "diran" formeke bi nisbî nû ye, wek din bi hemû lehceyên kurdî û zimanên lêzim "didan/dindan" e: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-Iranian/Hd%C3%A1nts
Li gel silavên germ
--Ferhengvan (gotûbêj) 20:57, 23 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Fînlendî -> fînî?[biguhêre]

Navê "fînlendî" birastî "fînî" ye (li gora şablona Z û rûpela fînlendî). Kesek karê navê ve rûpelê û nave lînka di rûpela Destpêk de biguhere? Guherto (gotûbêj) 20:25, 30 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]