kevçî

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kevçî kevçî
Îzafe kevçiyê kevçiyên
Çemandî kevçî kevçiyan
Nîşandera çemandî kevçî wan kevçiyan
Bangkirin kevçiyo kevçiyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kevçiyek kevçiyin
Îzafe kevçiyekî kevçiyine
Çemandî kevçiyekî kevçiyinan
kevçî

kevçî nêr, k-ya nerm, ç-ya nerm

  1. Alavek destikdirêj, devpan û kûr e ku mirov pê xwarinê ji sênîkê dibe devê xwe; bi taybetî xwarinên ron
    • Xwarina xwe ji qiraxa firaxê bixwin, kevçiyê xwe mavêjin serê firaxê. — (HawarHedsîsên Cenabê Pêxember, Kamuran Bedîrxan, Nûdem, hj. 431932-1933)
    • Kevçî kevçî avê lêkini li destê bûkê, berî zavê kin. Mala zavê wer kort e; Van mizrîban şort û şort in. Bûkê megrî, zava xort e. — (HawarHilbîna çiran, Tawûsparez, Nûdem, hj. 521932-1933)
    • Hevris bi piranî devî ne, lê carina jî dibin dar... Meriv ji darên wan kêrika rûn, hesk, çoçik, kevçî û tiştên weha çêdike. — (KomxebatAnsîklopediya ZarokanAPEC2004ISBN 91-89675-32-0)
    • Wekî tu zanî ku bizineke min jî tune, nexwe tu çima bi kevçî mast dixwî!? — (Fewaz Evdê, Hindik û Rindik [arşîv], xwebun.org25.08.2020)
    • Emr weke pelê daran xwe li tunebûnan pêça, kevçiyên gund û cîranan li dawetên cin û periyan. — (Yildiz Çakar, Bihar xweş e di gulanê de, xew xweş e di paxila yarê de [arşîv], xwebun.org16.03.2020)
  2. Her alavê mîna kevçî.
    Dozerê kevçiyê xwe da bin axê û rakir.

Herwiha[biguherîne]

[biguherîne]

Binêre herwiha[biguherîne]

Navên amanan bi kurdî

Etîmolojî[biguherîne]

Hevreha kirmanşanî kemçig, zazakî kewçike, koçike, pehlewî kefçeg/kefç, sogdî kefçê/kepçê, farisî كفچه(kefçê) û چمچه (çemçê), belûçî چمچہ (çemçe), avestayî kefe-, sanskrîtî चमस (camasa) (çemese), hemû ji proto-îranî

Werger[biguherîne]