Gotûbêja Wîkîferhengê:Rêzikên standardkirinê

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Rê û rêbaza standardkirinê[biguherîne]

Ji bo standardkirina peyvên ku gelek awayên wan yên cuda hene, me rûpeleke wisa Wîkîferheng:Daxwazên standardkirinê amadekir. Metoda me ya standardkirinê çawa be? Xêra xwe fikrên xwe binivîsin. --Balyozxane (gotûbêj) 13:10, 26 tîrmeh 2020 (UTC)

@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Guherto û Ferhengvan: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Bikarhêner, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:--Balyozxane (gotûbêj) 13:10, 26 tîrmeh 2020 (UTC)
@Balyozxane, Ghybu, Guherto, û Pispor: @Mohajeer, Bibliophile, Ferhengvan, û Şêr: Ez wek krîter vanên jêr teklîf dikim. Di diyarkirina awayên standard ên peyvan de em dikarin proseyeke wisa diyar bikin, lê divê bê zanîn ku divê ev prose qaîdeyên qetî nehewîne, lê em li dû hin esasan biçin:
1 - Em binêrin çavkaniyên nivîskî û devkî ka li wan deran çawa derbas dibe ev peyv? Derbarê peyveke de çiqas zêde çavkaniyên nivîskî hebe ewqas baş e, lê yekane isûla me ya diyarkirina awayê standard ne hejmara çavkaniyan e. Ji van çavkaniyên nivîskî yên rastnivîsînê ji yên din muhîmtir tên dîtin û li pêştir tên girtin, ji ber ku tam ji bo vê têne hazirkirin.
2 - Bilêvkirina însanên me yên berê û yên vê gavê.
Em van tevan bi hev re binirxînin. Û fikrên bikarhênerên me, yên fikirek diyar kiribin li ber çavan bigirin û wisa qerar bigirin, ger em li hev nekin em ji bo diyarkirina awayê standard dengdaneke li dar bixin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:10, 26 tîrmeh 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Bi ya min, bêyî çavkaniyan divê em li vir ti tişt nekin. Encamên googlê jî ji bo me ne baş e. Em nikarin bi rastî bizanin kîjan awa herî zêde tê bikaranîn. Loma ez dibêjim bila em pirtûka Ji Bo Rastnivîsînê Ferhanga Kurdî Kurmancî-Tirkî mîna çavkaniyeke serekê bibînin. Ku peyvek di wê pirtûkê de tunebe, hingê em li ferhengên din binêrin û kîjan awayê peyvekê di wan ferhengan de wek awayê standard herî zêde hatiye diyarkirin em wî awayî qebûl bikin. Heger wan çavkaniyan jî alî me nekin, hingê em dengdanek çêkin û li gorî kêfê bikarhênerên wîkiyê em biryara xwe bidin.--Balyozxane (gotûbêj) 22:29, 28 tîrmeh 2020 (UTC)
Bi dûçûna min; standardîzekirina kurmancî hinekî zehmet e ku niha di proseya standardîzebûnê de ye. Ev standardîzebûn bi rêya wêjeya kurdî, medyaya kurdî, medyaya civakî û hinekî jî bi rêya wîkîferhengê chê dibe. Ev hemû jî bi hev girêdayî ne ku gelek kes di destpêkê de li pirtûkên kurdî yên klasîkan dinêre. Em jî di vê standardîzosyonê de divê roleke bêalî bilîzin. Lê divê em vê jî bizanin ku her bikarhênerekê me wek nivîskarekî hêja ye û xwedî biryar e. Chûnkî ji bo kurdan hêj jî pêkhateyên fermî nînin ku li ser standardîzasyonê bixebitin. Lê hinek xebat hatîne chêkirin ku hêjayî chavkanîdanê ne, wek rêbera rastnivîsînê ku keda gelek nivîskaran tê da ye. Her wisa her tisht nehatiye standardîzekirin ji ber wê divê însîyatîfa bikarhênerên me hebin. Lê ev însiyatîf jî divê rêya îstîsmarê veneke ku bikarhêner li gorî herêma xwe peyvan standardîze bike. Her bikarhêner divê xwe li shûna hemû devokên kurdî bicîh bîke û biryareke hevpar bide. Li gorî zimannasiyê em bichin, ez bawer nakim em bigihin encameke mentiqî. Peyva ”rabbit” di farisî de “xergush” e (xer:ker, gush:guh), em li gorî etîmolojiyê bichin “kerguh” rasttir e ku “rabbit”ê bi bi shekl û shemal dide nasîn. Lê li aliyê din “kêvrîshk, kîvroshk” ji “kerguh”ê li Kurdistanê berbelavtir e.jixwe ziman tishtek wisa ye, zindî ye, belkî peyv bêmentiq jî hatibe chêkirin. Zinditiya ziman ev e. Li vir pirsgirêk derdikeve, peyv li gorî etîmolojiyê be an li gorî bikaranînê ? Êdî pishtî vê tercîh ya me ye, biryar ya me ye. Ji ber van sedeman; 1-Divê her bikarhêner li gorî rastbîniya xwe peyvê tomar bike û zengînkirinê bike. Eger hevrikî li ser peyvê hebe, bila formên din jî werin zengîn kirin. 2-Ti kes divê peyva xwe li ser bikarhênerekê din nesepîne. Dibe ku herdu jî rast bin. 3-Metnên klasîk divê ji bo standardîzebûna hinek peyvan bibe bingeh. 4-Divê em li ser bikaranîna peyvê bisekinin ku kîjan bêhtir tê bikaranîn. Cihên bikaranînê wêjeya kurdî, kovarên kurdî, medyaya kurdî hwd. 5-Ji bo standardîzekirina peyvê eger têrî me chavkanî nebin, bila bikarhênerên me biryarê bidin 6-Rola zimanên tirkî/erebî/farisî di bikranîna peyvê de divê were nirxandin. Mînak kurmancên bashûr dibêjin “emrîka”, kurmancên bakur dibêjin amerîqa/emerîqa, kurmancên rojhilatê dibê dibêjin “amerîka”. Li vir tesîra van zimanan xuya ye. Ya nêzîktirîn bi min farisî ye ji bo zimanê me Mohajeer (gotûbêj) 17:59, 1 tebax 2020 (UTC)
@Balyozxane, Ghybu, Guherto, û Pispor: @Mohajeer, Bibliophile, Ferhengvan, û Şêr: Bi ya min jî em kitêba Ji Bo Rastnivîsînê Ferhanga Kurdî Kurmancî-Tirkî wek esas bigirin, lê em bi temamî xwe girê nedin vê kitêbê û di hin peyvan de awayên standard ji vê kitêbê cuda karibin nîşan bidin. Ji xeynî vê kitêbê Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî jî heye. Û wekî ku min li jor jî gotibû çavkaniyên nivîskî jî ji me re karin bibin rênîşandêrekê. Bi kurtasî ez jî esasgirtina kitêba Ji Bo Rastnivîsînê Ferhanga Kurdî Kurmancî-Tirkî tercîh dikim.
Derbarê klasîkan de jî divê ev bê gotin ku ziman zindî ne û diguherin, ger peyvek di klasîkan de bi awayekî din derbas bibe jî ev yek normal e. Guherîna peyvan yê bi derbasbûna demê di her zimanekî de pêk tê. Helbet hin peyv jî wek xwe dimînin, lewra kitêbên klasîk nikarin bibin çavkaniyeke esasî ji bo mijara rastnivîsînê. Ji bo kurmancî jî esas hergav bûye Bakûr, ji ber hejmara axiverên kurmancî ên li wir.
Bi kurtasî ez jî wek kekê Balyozxane di wê qenaetê de me ku divê kitêba Ji Bo Rastnivîsînê Ferhanga Kurdî Kurmancî-Tirkî wek esas bê girtin, lê istisnaen em karin bi ya wan nekin, û awayê standard wek awayekî din diyar bikin. Ji bo vê yekê jî kitêbê Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî û çavkaniyên din ên nivîskî bêne bikaranîn. -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:54, 2 tebax 2020 (UTC)
Silav, hûn çima li gora "JI BO RASTNIVÎSÎNÊ FERHENGA KURDÎ (KURMANCÎ)-TIRKÎ ya NÛ" (2018) na çin? Pirtûk bi min re nîne lê ez zanim bê heye. -- Guherto (gotûbêj) 20:34, 4 tebax 2020 (UTC)
Silav Guherto Ew çapa nû ya heman pirtûkê ye. Jixwe em dibêjin vê pirtûkê bi kar bînin û kengî ew pirtûk hatiye nûkirin em jî li gor çapa nû, Wîkîferhengê rojane bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 21:59, 4 tebax 2020 (UTC)

──────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────── Ew bû du hefte ye em li benda hevalan in daku werin fikrên xwe bibêjin. Heta niha fikrên ku hatine wisa ne:

  1. "JI BO RASTNIVÎSÎNÊ FERHENGA KURDÎ (KURMANCÎ)-TIRKÎ ya NÛ" (2018) dê bibe çavkaniya bingehîn. Bi temamî xwe girê nedin vê kitêbê û di hin peyvan de awayên standard ji vê kitêbê cuda karibin nîşan bidin.
  2. Divê her bikarhêner li gorî rastbîniya xwe peyvê tomar bike û zengînkirinê bike. Eger hevrikî li ser peyvê hebe, bila formên din jî werin zengîn kirin. 2-Ti kes divê peyva xwe li ser bikarhênerekê din nesepîne. Dibe ku herdu jî rast bin.
  3. Divê li ser bikaranîna peyvê bên sekinîn ku kîjan bêhtir tê bikaranîn. Derbarê peyveke de çiqas zêde çavkaniyên nivîskî hebe ewqas baş e, lê yekane isûla me ya diyarkirina awayê standard ne hejmara çavkaniyan e. Ji van çavkaniyên nivîskî yên rastnivîsînê ji yên din muhîmtir tên dîtin û li pêştir tên girtin, ji ber ku tam ji bo vê têne hazirkirin.
Ez pêşniyaza Mohajeer (g · b · a) ya Metnên klasîk divê ji bo standardîzebûna hinek peyvan bibe bingeh lê zêde nekir, ji ber ku Bikarhêner (g · b · a) gotiye kitêbên klasîk nikarin bibin çavkaniyeke esasî ji bo mijara rastnivîsînê. Û ez jî wisa difikirim. Herwiha piştî pejirandina van rêzikan, ku kesek îtîrazê peyvekê bike, divê em bi dengdanê biryara xwe bidin, lê rêzikên dengdanê çawa bin? Em ê çend roj/hefte bisekinin ji bo çêkirina gotûbêjê û dengdanê?--Balyozxane (gotûbêj) 21:36, 9 tebax 2020 (UTC)
@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Guherto û Ferhengvan: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Bikarhêner, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:--Balyozxane (gotûbêj) 21:36, 9 tebax 2020 (UTC)
@Balyozxane: @Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Guherto û Ferhengvan: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:
Di qismê duyem de şaşiyek heye bi ya min. "Ti kes divê peyva xwe li ser bikarhênerekê din nesepîne. Dibe ku herdu jî rast bin." Ev hevok ji bo gotûbêj û cihên din rast e, lê li ser rûpelên esasî ne rast e. Li wir divê em riayete awayê standard bikin, nexwe kî çiqas gotaran çêke dikare ewqas peyvên xwe yên nestandard bicih bike an bêyî çêkirina gotaran wê karibe peyvên xwe yên nestandard bicih bike. Lewra li ser gotûbêjan her kes bi dilê xwe ye, lê li ser beşên esasî çiqas ji destê me bê em riayetê awayê standard bikin.
Ji bo wextê dengdanê jî 14 roj an herî zêde mehekê bes e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 04:14, 10 tebax 2020 (UTC)
Hevalên hêja @Balyozxane, Guherto, û Bikarhêner: ji bo peyvên daxwazkirî bo standardîzasyonê divê em kategoriyan chê bikin. Em dizanin ku ji kîjan malbatên zimanan peyv tevlî zimanê kurdî bûne. Niha ez li lîstê dinêrim ku askera ye ev lîst gelek dirêj bibe û em nikarin hemûyan kontrol bikin û binirxînin. Ji ber wê Em dikarin peyvan wiha kategorîze bikin; Peyvên bingeh-samî, peyvên bingeh-îranî, peyvên bingeh-tirkî, peyvên teknolojîk, peyvên tibbê hwd Mohajeer (gotûbêj) 15:21, 10 tebax 2020 (UTC)
@Mohajeer: Bi ya min lîste bi kêrî ti tiştî nayê. Jixwe lîsteyekê me heye. Em ê lîsteyeke din çi bikin?--Balyozxane (gotûbêj) 15:18, 19 tebax 2020 (UTC)
@Mohajeer, Bikarhêner, û Guherto: Min hin tiştan guherand û dengdanek çêkir. Heta 26a Tebaxê em dikarin guherandinan bikin, dûre dengdan dest pê dike. Ji kerema xwe ji niha pê ve fikrên xwe di rûpela dengdanê de binivîsin.--Balyozxane (gotûbêj) 15:52, 19 tebax 2020 (UTC)
Dengdan: Dengdan/Rêzik/Rêzikên standardkirinê--Balyozxane (gotûbêj) 15:52, 19 tebax 2020 (UTC)