Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêbazname

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Rêbazname[biguherîne]

Dengdaneke li ser: nîqaşkirin û pejirandina beşên Pîvek û Rênivîs ên Rêbaznameya Wîkîferhengê. Heta niha Pîvekên tevlîkirinê li gor fikrên Bikarhêneran (bnr. Gotûbêja Wîkîferhengê:Rêbazname) hatine guherandin. Bi kurtî wisa ne:

  1. Bikaranîna peyvê bi eşkereyî berbelav e û bi hêsanî dikare were peyitandin,
  2. Di sê berhemên cuda yên danerên ne-anonîm yên cihê de hatiye dîtin. Bikaranîna di van berheman de divê serbixwe bin, ango ne tenê referans an nirxandinên bikaranînên dinê bin. Divê di navbera weşandina her sê çavkaniyan de herî kêm salek derbas bûbe.
  3. Çavkaniyên dijîtal: Yek çavkaniyekê çapkirî û du çavkaniyên dijîtal (malper, nûçe, epirtûk hwd.) dikarin bibin çavkanî. Lê malperên medyaya civakî (wek facebook, twitter û wd.) nikarin bibin çavkanî.
  4. Têgihên folklorî (Karûbarên gundewarî, navên xwarinan û wd. têgihên çandeyî û folklorî dikevin ber vê istisnayê): Du çavkanî ji bo peyitandina têgihên folklorî bes in.
  5. Berhemên klasîk: Ku têgihek di berhemeke klasîk de hatibe dîtin, guncan e ew berhem bi tenê wek çavkanî were tomarkirin.
  6. Nûpeyvên binavûdeng: Têgihên nû sazkirî heta negihîjine pileya peyitandinê, ti carî tevlî rûpelên serbixwe nayên kirin.

Bername:[biguherîne]

Dengdan 16ê hezîranê dest pê kir û wê 30ê hezîranê bi dawî bibe.
  • Şablon: {{erê}} / {{na}} / {{bêalî}} / {{şîrove}}

Bo[biguherîne]

Symbol support vote.svg Erê Min xwest nîqaşeke din hebe lê kes tiştek negot. Bi xêr be. Bi vî awayî hemû peyvên bêçavkanî dê werin jê birin û peyvên bêçavkanî jî dê neyên pejirandin. --Balyozxane (gotûbêj) 22:09, 15 hezîran 2020 (UTC)

Symbol support vote.svg Erê Êdî wext e Rêbaznameya me jî çêbe :) Me di sibatê de dest bi xebatê kiribû va ye dengdana wê hat. Hêvîdar im bi xêr be. —Pispor (gotûbêj) 22:42, 15 hezîran 2020 (UTC)

Symbol support vote.svg Erê Divê peyvên bê çavkanî were jê birrîn û ferhenga me paqij bibe. Hebûna rêbaznameyê bo Wîkîferhengê baş be. - Bargiranewe (Gotûbêj) 07:48, 16 Hezîran 2020 (UTC)

Symbol support vote.svg Erê Tinebûna Rêbaznameyê dike ku peyvên bêçavkanî ku mirov nizane hene an tine ne û hebin jî bi mane û awayê rast hatine qeydkirin an na, zêde dike. Ji bo pêbaweriya Wîkîferhengê lazim e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 05:58, 16 hezîran 2020 (UTC)

Symbol support vote.svg Erê Serxêrê be, spas ji bo keda we ! Mohajeer (gotûbêj) 07:01, 18 hezîran 2020 (UTC)

Symbol support vote.svg Erê Eyyubfirat Li ser xêrê be. Lê mixabin gelek peyvên me hene ku di nav xelkê de zindî ne bes neçûne ser kaxizê. Lewma pêwîst e em rêyekê ji bo van peyvan peyda bikin.Ev peyama bêîmze ya Eyyubfirat (gotûbêjbeşdarî) e.

Symbol support vote.svg Erê Ji bo xebitandina ferhengê rêbazname şert e û ya amadekirî ji bo gava pêşîn baş xuya dike.Jiju (gotûbêj) 08:30, 27 hezîran 2020 (UTC)

Dij[biguherîne]

Ez nêzîktêdayîna we gelek di cih de dibînim. Nîşandana çavkaniyan gelek girîng e. An jî dana hevokên mînak ji bo rave û têgihîştina wê. Lê belê, li gorî rêzikên we reng e ku pêşî li mafê beşdarbûn û tevkariya herkesî bê girtin. Çimkî, wek mînak,di rêbaznameya we de ji bo peyvên nû û hewcedar çareseriyeke berbiçav tune. Herwiha we aşkerahî diyar nekiriye hûn ji bo ferhengsaziya kîjan zimanan rêbaznameyê diyar dikin: ferhengkurdî<>kurdî,kurdî<>Îngilizî, kurdî<>....? An ji bo giştî? Li gel vê, wiktionary platformeke çavkaniya azad e(open source) li gorî mantiqa wê bi min herkes dikare tevkariyê lê bike û kesên zanatir dikarin kemasiyan sererast bikin û bi vî rengî ferhengê pêşde bibin. Rêbaza dengdanê jixwe heye. Heke em dixwazin rêbazameyekê çê bikin, divê ne bi giştî lê hûrbijarî bê amadekirin û desthilatiyê nede bi tenê me hinek kesan. Wek mînak, gelo kesên zêdetir aktîf û zêdetir tevkariyê dikin (mala we ava!) wê çawa karibin bêjin ku biryara wan rast e? Li gorî kîjan rêbazê. Ez jî wek we difikirim, divê rê û rêbaz hebin lê belê, bi min, divê ew herkesî vegire, all-inclusive be. Bi raya min, mantiqa wiktionary (wikipedia) û çavkaniyên din ên azad jî ev e. Heke em bêjin ez ê jê bibim, nehêlim ku kesek ji vê îmkanê sûdê wergire ew jî nabe. Her wiha, di rêbaznameyê de hate gotin "çavkaniyên medyaya civakî nayên qebûl kirin". Di wextekî wisa de, bi min ew jî ne di cih de ye. Gelek pispor û zana jî nivîsên xwe di platformên wek twitter û facebookê de belav dikin. Ji dêvla vê, em dikarin nîqaş bikin ka em dikarin kîjan çavkaniyên dîjîtal bi çi awayî nepêbawer bihesibînin û li gorî wê rêyeke nîşan bidin.
Mala we hezar carî ava! Bimînin di xweşiyê de.Ev peyama bêîmze ya Wergêrr (gotûbêjbeşdarî) e.

Na Na Ez li ser zanistê, bi taybetî li ser babetên biyolojiyê dinivîsim. Loma pêwendiya min bi kîjan kirîterên rêbaznameyê be, ezê derheqê wan kirîteran de nerîna xwe binivîsim (kirîterên 1.,2. û 3.) Derheqê kirîtrên din ve bêalî me.

Gava min hersê kirîterên rêbaznameyê xwend, tiştên min jê fehm kir;

1.Li ser babetên zanistê, bi zaravayê kurmancî bi têra xwe pirtûk û kovarên çapkirî heye.

2.Gelê kurd ên kurmanc bi salan e ji van berheman sûd digire.

3.Di nav kurmancan de zimanek hevbeş a zanistê çê bûye peyvên li ser zanistê di nav kurmancan de gellek belavî ne, loma divê ev peyv wekî çavkanî bên nîşankirin.

4.Pirtûk û ferhengên kurmancî yen li ser zanistê ji aliyê pisporan ve hatiye amadekirin, loma bêşaşî û bêkemasî ne, divê wekî çavkaniyên pêbawer bên pejîrandin. Pêdiwiya kurmancî ji boy peyvên nû yên derbarê zanistê de nîn e.

5.Xebatên li ser kaxiz çapkirî yên rast û pêbawer in lê divê mirov ji yên dîjîtal bawer neke.

6.Nivîsên di malperan de hatine weşandin, yên pêbawer in lê yên di blog û facebookê de hatine weşandin ne wisa ne.

Bi kurtasî krîterên nû, ne li gor rewşa rastî ya kurmancî ya îro ye. Peşniyara min ev e ko krîterên nû bila ne ji boy peyven ser zanistê bin. --Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 00:45, 18 hezîran 2020 (UTC)

Na Na Baş e ku rêbazek hebe. Lê, we gotiye "divê peyv di BERHEMÊN/ÇAVKANIYÊN" kurdî de derbas bûbe. Gelo ev berhemên hun behs dikin kîjan in. Ez bixwe peyvên ku min ji devdora xwe, bi taybetî ji kesên 70-80 salî bihîstî li cihekî qeyd dikim, paşê li ser wikiferhengê dinivîsim, ji bo ku neyê jibîrkirin û wunda nebe. Bi min, jixwe ji bo zimanê Kurdî armanca wîkîferhengê ya ewil ew e ku peyvan di rûpela dîjîtal de qeyd bike ku wunda nebe. Armanca Wîkîferhengê ji bo zimanê Inglîzî û Kurdî yek nîn e ku rêbaznameya wan jî yek be. Ji bo Inglîzî mirov dikare sed berheman wekî çavkanî nîşan bide, lê ji bo kurdî, ku zimanek e hê baş e baş dokumantasyona wê nehatiye kirin, mirov çawa dikare sê berheman wekî çavkanî nîşan bide? Ev karê hun dibêjin bi min wê xetereyekê bide Wîkîferhengê ji ber vê sedemê: Edî peyvên me devdorê bihîstî em ê nikaribin li vir zêde bikin, ji ber ku çavkaniya nivîskî wê tune be. Lê jixwe peyvên ku hatine nivîsîn, hatine qeydkirin, ya muhîm ew e ku mirov peyvên ku devdorê tu çavkaniyan da tune ye,tenê kesên kal û pîr belkî zanibin, li ser Wîkîferhengê zêde bike ku wunda nebe, herwiha ber dest hazir be ku kes jê îstîfade bikin. Divê em rewşa zimanê xwe bizanibin paşê li gor wê tevbigerin. Helbet sîstematîzekirina wîkîferhengê baş e, lê divê em baş bizanibin bi hezaran peyvên kurdî di nav gel de hene, û di van çend salan de divê li ser platformên wekî wîkîferheng, glosbe bê zêdekirin, wusa nebe wê werin jibîrkirin û wunda bin.

Wekî li jorê hevalekî nivîsandî ku mirov peyvên bihîstî bike hin gotar û biweşîne, ji dewsa li vê derê zêde bike. Ev jî rêbazeke ne baş e. Ji ber ku bi Wîkîferhengê her peyv dikeve bin destê me ku em bikaribin bikar bînin, lê peyvên ku di gotarekê de hatî nivîsandin, di dîjîtalê da tune be, tenê di wê gotarê da dimîne û haya kesî jî jê çênabe, jixwe hêza dîjîtalîzekirinê û Wîkîferhengê li vir derdikeve holê. Herwiha ji kesên ku peyvan li ser Wîkîferhengê zêde dikin ka çend kes gotara dinivîse, yan jî wê ji bona çend peyvan gotarekê binivîse.

Bi ya min ji dewsa nivîsandina çavkaniyan, mînak, hevok bên dayîn dibe, lê nivîsandina çavkaniyan ne karekî hêsan e û wê hem bikarhênerên wîkîferhengê kêm bike hem jî peyvên li ser wîkîferhengê tên zêdekirin.

Mijareke din, yan jî problemeke din çavkanî bixwe ne. Gelo ew çavkaniyên ku em ê nîşan bidin çiqas ewle ne. Ew çavkanî ew peyv ji ku anîne? Wekî mînak nivîskarek dema romanekê dinivîse wan peyvan ji ku tîne? Helbet ew jî ji devdorê berhev dike, ji devdora xwe dipirse, not dike, li ser peyvê difikire, paşê di pirtûka xwe da dinivîse. Yanê em dîsa tên li ser heman meselê, ew peyvên ku ji aliyê nivîskarên vî wextî de tên nivîsandin yan jî bikaranîn jî hinek ji wan dîsa ji devdorê hatine berhev kirin, yan jî carna ji aliyê nivîskar bixwe ve hatine çêkirin. Yanê çavkanî dîsa dibe yek kes.

Herwiha meseleyeke din jî ew peyv in ku li ser Wîkîferhengê têne zêdekirin. Wekî hun jî dizanin her peyv di her herêmê de nayê bikaranîn, carna jî gelek peyv di herêmekê de wateya wê cuda ye di herêmeke din de cuda ye. Wekî mînak peyvek di herêma Muşê de tê bikar anîn li Mêrdînê nayê zanîn, yan jî ew peyv li Mêrdînê wateyeke cuda hildaye ser xwe. Wekî nivîskarekê Wîkîferhengê dema ez peyvekê li ser wîkîferhengê zêde bikim, vê rewşê re zef rûbirû dimînim. Dema we şertê bikaranîna Çavkanî anî, wê gavê ev zengînî jî ji holê radibe. Ji ber ku nivîskarên me jî dema dinivîsin peyvan bêtir ji herêma xwe distînin, ez behsa hemû peyvan nakim. Helbet peyva "dîtin", li deverekê çibe devereke din jî ew e. Lê peyva "kelûş" wekî mînak li devera Mêrdînê "pîvazterk" e û min ev peyv ji bilî bihîstina ji devdora xwe ji tu derê nexwendiyê. Ne mimkun e ez ji pirtûkeke ku ji aliyê nivîskarekî Mêrdînî hatiye nivîsandin de bibînim, ji ber ku ew ê bêtir "pîvazterk"ê tercîh bike, ne "kelûş"ê. Wê gavê dema çavkanî nehat dîtin em ê çi ji vê peyvê bikin? Em ê jê bibin wekî we li jor behs kirî? Jêbirina peyvên bêçavkanî ji bo inglîzî dibe, tiştekî gelek normal e, lê ji bo Kurdî luks e. Ew peyvên ku bi hezar cefayî li vir hatine zêdekirin, yên bêne zêdekirin, divê li vir bimînin, neyên jêbirin.

Mijareke din jî hêsanî ye. Heta niha dema me peyvek dibihîst me bi lezûbez li ser Wîkîferhengê zêde dikir. Lê êdî gerek mirov kedeke giran bide, her peyvê li çavkaniyan de bigere ku peyda bike, bikaranîna vê peyvê di çavkaniyan de daynin alîkî, jixwe bi îhtîmaleke mezin wê tune be, ev kedeke giran dixwaze ku dîsa nivîskarên wîkîferhengê, bawerim jixwe hejmara wan kêm e, wê gavekê paş de bavêjin.

Birêûpêkkirina Wîkîferhengê fikreke pir baş e, lê dema ev tê kirin, niheqî ye ku mirov Kurdî wekî tirkî, erebî yan inglîzî hesab bike û li gor wê tevbigere. Kurdî divê wekî zimanekî ku "dokumantasyona zimanî hê baş nehatiye kirin" bê hesabkirin. Loma divê ji her deverê bi her awayî ji aliyê her kesî peyv bên berhevkirin, wekî ku heta niha hatiye kirin, û kontrolkirin jî jixwe ji aliyê peywirdarên wikiferhengê ve tê kirinê. Ezuez (gotûbêj) 21:21, 25 hezîran 2020 (UTC)

Na Na ji ber ku kurdî ji îmkanên zimanên xwedîîktîdar bêpar e, ne zimanê perwerdeyê ye, ev rêbaz ji bo kurdî ne derbasdar in. Ev peyama bêîmze ya 5.24.146.150 (gotûbêjbeşdarî) e. HIŞYARÎ: MAFÊ VÊ BIKARHÊNERÊ TINE JI BO DENGDANÊ. Lewma wê raya wê/wî neyê hesabkirin.

Bêalî[biguherîne]

Gotûbêj:[biguherîne]

@Ping @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @MikaelF, Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Pispor, û Guherto: @Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Hakîmo:

Symbol opinion vote.svg Şîrove Peyvên ku berî pejirandina Rêbaznameyê lê hatine zêdekirin bêçavkanî bin jî nayên jêbirin. Ew pîvek tenê ji bo peyvên piştî pejirandina Rêbaznameyê lê hatine zêdekirin e. Lê peyvên bêçavkanî yên ku çêkirî bin û bi eşkereyî nerast bin dê werin jêbirin. Ji bo peyvên devokî û bêçavkanî yên ku piştre lê werin zêdekirin, em ê wan jê bibin. Heke bikarhêner devok an herêm/devera peyvê nivîsîbe, ev peyv dê li Pêvek:Bêçavkanî werin zêdekirin.--Balyozxane (gotûbêj) 22:29, 8 hezîran 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şîrove Hebûna peyvên bêçavkanî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Wîkîferheng divê bibe çavkaniyeke pêbawer & wisa bimîne. Hin kes vê derê wek cihê xelaskirina peyvan yê ji windabûnê dibînin. Lê ev yek şaş e, ev mantiq xelet e. Ji bo "xelaskirin"a peyvan mêtod ne ev e. Gelek ferhengvanên me yên ku bi van karên ve mijûl in hene. Helbet sînorên zimanê me ji zanînên wan ferhengvanan meztir in, ji ber vê divê ne tenê hin zimanzan bin yên ku ji bo windanebûna peyvan, biwêjan, gotinan kar dikin, lê dîsa bêjim ku mêtod ne ev e jî. Bila kitêban binivîsînin, bila li ser kovarên ilmî û edebî gotaran biweşînin, bila kitêban wergerînin, li ser malperan binivîsînin. Belê rewşa miletê me ne wekî miletên din e. Lê kes bi zorê bi destê me negirtiye ji bo ku em van xebatan bikin, û van salan têne kirin jî, helbet ne bes in lê destpêkeke dixuye. Û wekî din gelek kesên ku peyvên nû çêdikin hene, ger rê li ber vê yekê bê vekirin wê gelek problem derkevin holê.

NOT: Yek ji wan dibe ku ji bo eynî peyvê gelek peyv bê çêkirin, du dibe ku çendîn peyv bêne tevlîhevkirin, sê dibe ku maneyên nêzîk li peyveke bêne kirin, çar dibe ku zahf zêde peyv bêne çêkirin ku ev jî ji bo ziman çendîn problemên din dertîne, pênc dibe ku peyvên rûniştî gelek bêne guherandin, şeş dibe ku peyvên ne li gor isûl û esasa zimanê kurdî bêne zêdekirin hwd.

Yanî ez dibêjim ku bila ew kesên ku dixwazin hin peyv winda nebin, xebatên xwe yên ferhengî li ser kovaran, li ser malperan biweşînin, wan peyvan di kitêban de, di kovarên ku dinivîsînin, di kovarên ku tercume dikin de bi kar bînin qene ku winda nebin. Lê bila rasterast cara pêşîn li vir neyên qeydkirin. Ji ber van sedeman ez dibêjim ku bila peyvên mewcûd ên bêçavkanî jî bêne kontrolkirin û isûla Rêbaznameyê li ser wan jî bê tetbîqkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:11, 8 hezîran 2020 (UTC)

Bi ya min em peyvên ku tê de şablona {{dever}} + {{kêmçavkanî}} hene jê nebin. @Guherto, Ghybu, Bikarhêner, û Pispor: hûn çi dibêjin? --Balyozxane (gotûbêj) 19:32, 12 hezîran 2020 (UTC)
@Balyozxane: Ez wek te difikirim. -- Guherto (gotûbêj) 22:09, 17 hezîran 2020 (UTC)
@Guherto: Bira,wexta nîqaşê çûye mixabin, xwezî te hefteya çûyî gotiba. Niha dem dema dengdayînê. Dengê xwe bide, Erê? Na? an Bêalî? :) --Balyozxane (gotûbêj) 02:47, 18 hezîran 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şîrove Mixabin ji ber ku ev ferheng ji destpêkê ve bi mercên hişk nehatiye kontrolkirin hekî dixwazin bernameyekê ji bo dahatiya wê daynin divê ji serî ve gişt peyvên heyî li gor mercên nû bên hilsengandin û ew merc li ser wan bên sepandin. Hem jî bi xebata kekê Fatih Aydîn û çêkirina WQ ferhenga androidê êdî ev ferheng bûye çavkanîyek ji bo peydakirina wateya pêbawer ya peyvan û hengaveke ji bo yekdestkirina bikaranîna zimanê me li gişt deverên kurdistanê îcar hekî serrastkirina wê di destê şarezayên zimên de be ev armanc dê baştir were pêgihîştin. Lê ev bi tenê alîyekî mijarê ye û alîyê din jî ev e ku zimanê me hê ji alîyîyê lîteratûra xwe ya nivîskî û çavkanîyên weke kovar û rojname û pirtûk û hwd ewqasî bihêz nîne ku mirov bixwaze ji bo her peyvekê çavkanîyên nivîskî bide nasandin. Hem jî çavkanîyên berdest kêm in û li gişt deveran bi heman rêjeyê nayên bidestxistin lê peyvên di xetereya ji navçûnê li her derê hene. Îcar bi nêrîna min hekî em peyvên bê çavkanî di kategorîyekê de cîbicî bikin çêtir e û destê nivîserê wan peyvan ji vê imkanê qut nabe û ew jî dê xebata xwe di vê derê de bidomînin anax peyvên wan dê li hêvîya qeydkirina çavkanîyan bimînin û kesên ku dibînin jî dê bêne agadarkirin ku ev peyv bêçavkanî ne. Herhal rêbazên rêxistina wikitionary yê çi be ev ferhenga me jî dê wê bişopîne û nabe çavreşa nav ferhengên vê rêxistinê. Îrec MêhrbexşEv peyama bêîmze ya Irecmehrbexs (gotûbêjbeşdarî) e.

Symbol opinion vote.svg Şîrove @Wergêrr: Spas ji bo dengê te. Divê hin tişt sererast bikim. Jixwe zimanê wîkferhengê ji avakirinê pê ve kurdî (kurmancî) ye. Hemû têgih, peyv, biwêj divê bi kurmancî were ravekirin û wergerên zimanên din jî werin dayîn. Ew ne hewceyî nîqaşê. Heke hûn bêjin zaravayên din, wîkîferhenga zazakî û soranî jixwe heye loma ne hewce ye her peyv bi zaravayên din jî werin ravekirin. --Balyozxane (gotûbêj) 07:39, 16 hezîran 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şîrove   

@Ping {{|Mohajeer|Ghybu|Pispor|Bibliophile|Cyrus the virus|Gomada|Hakimo|Nisebine|Soskunî|Pispor|Jiju|IbrahimKocher Duhok|Ferhad Kurdi|Guherto|Sari Mahzun|Zinarê Meley|Rojitan|MikaelF|Ûsibê Bêmal|Eyyubfirat|Dr. Oremar|Rewiye tine|Bikarhêner}},


Gelî ferhengnûsan, haya min nû ji Rêbaznameyê çêbû, biborin, xwezil min jî zûtir bidîta fikrên xwe binivisanda. Lê çend rexneyên min hene li ser wê, divê ez bînim zimên.

Min li jorê jî rexneya xwe nivîsî derbarê vê de. Di Kurdî de peyvên ku di çavkaniyan de hene tê zanîn, yên di nav gel de, tenê di devokan de mane nayên zanîn û divê li ser Wikiferhengê bêne zêdekirin. Nivîskarên pirtûkên kurdî yên ji devera Mêrdînê, Diyarbekirê gelek in, lê wekî mînak yên ji devera Semsûrê hema hema tune ne, çavkanî jî tune ne, eger em nikaribin çavkanî nîşan bidin, em ê çi ji peyvên wan deveran bikin? Em ê çawa wan peyvan li ser Wikiferhengê binivîsin?

Ez dixwazim bêjim gerek peyvên bê çavkanî li vir cih bigirin, eger wisa nebe, Wikiferheng wê ji kopiya ferhenga Zana Farqînî pêşdetir neçe,were ser halê xwe yê ewilî.

Kesên li ser Wikiferhengê peyvan zêde dikin jixwe xweyî hişmendîyekî ne, herkes peyvên beredayî li ser vir nanivîse, yên tên nivîsîn jî jixwe hûn kontrol dikin.

Loma ev rêbazname divê bi kûrahî were nirxandin, eger wusa nebe mixabin wê paş de biçe, orijinaliya wê namîne.

Silav ji we hemûyan re.

Bikarhêner:ezuez

Biryardan[biguherîne]

BIRYAR: Wekî ku li jor jî dixuye, 7 kes dengê "erê" dan û 3 kes jî dengê "na" dan.

Biryarên li ser Wîkîferhengê bi dengên piraniyê têne girtin. Ji ber ku piranî dengê erê da, beşên Pîvek û Rênivîs ên Rêbaznameya Wîkîferhengê HATE QEBÛLKIRIN -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:20, 11 tîrmeh 2020 (UTC)