Gotûbêj:hîv

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Awayê standard[biguhêre]

@Ghybu, Balyozxane, Mohajeer, û Pispor: @Jiju, Ferhengvan, Cyrus the virus, û Bibliophile: @Guherto û Hakîmo: Merheba hevalino. Ev peyv him wek "heyv" qeydkirî ye, him jî wek "hîv". Bi min, divê em yekî ji wan wek ya standard diyar bikin û yên din wek "guherto" qeyd bikin. Bi dîtina min divê her peyvek tenê bi awayeke bêne qeydkirin, lê dibe ku em istisnaen hin peyvan bi du formatan qeyd bikin. Em her peyvek tenê bi awayeke standard qeyd bikin û berên yên din jî bi awayê standard ve bidin an bila istisnaen ji bo hin peyvan du awa jî bêne qebûlkirin, an jî fikrekî din? -- Bikarhêner (gotûbêj) 13:42, 22 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Herdu peyv jî rûniştî ne, divên werin parastin, ji ber wê hewce nake em yekê helbijêrin, hîv-da,hîv-ron, heyve-ron, heyveşev, heyva nû hwd.. Mohajeer (gotûbêj) 13:46, 22 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Min ti carî "hîv" hes nekirîye, li gora min baştire hûn vê rûpelê beralî bikin -> heyv Guherto (gotûbêj) 15:55, 22 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Merheba, hevalino. heyîv jî mimkin e. Di edebiyata klasîk da heyîv e - *e-y-işm > he-y-îv. Hişyarî: -y- li vir nayête xwendin. Hakîmo (gotûbêj) 23:16, 22 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Balyozxane, Mohajeer, û Pispor: @Bikarhêner, Ferhengvan, Cyrus the virus, û Bibliophile: @Guherto û Hakîmo:Ji bo hilbijartina guhertoyekê divê em her tim serî li xebata "Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî" bidin. Xebateke komxebatî ye û xebateke din a vî rengî tune ye, yan jî min nebihîst. Heke hûn zanibin ji kerema xwe binivîsînin. Her wiha tê de heyv hatiye hilbijartin li şûna guhertoyên "heyiv, heyîv, heyw, hêv, hiyiv, hîv"ê.--Jiju (gotûbêj) 08:03, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi ya min jî wek heyv be baştir e. Jixwe Heyva Sor heye wek saziyekî mezin û navnetewî. --Balyozxane (gotûbêj) 08:15, 26 gulan 2020(UTC)
@Ghybu, Balyozxane, Mohajeer, û Pispor: @Jiju, Ferhengvan, û Cyrus the virus: @Guherto û Hakîmo: ez bi xwe jî xêncî hin istisnayan li gel wê fikrê me ku em bînin tenê peyvekî hilbijêrin bo forma standart. Peyvên ne standart di sepanên ser xetê de ji kurdî re gelek meseleyan derdixin û rêgiriyê jê re dikin. Û ez dîsa hemû standartkirinê de ferhenga Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî pêşnîyaz dikim. Ez bi xwe di nivîsên xwe de her tim bala xwe didim vê ferhengê. Çiqas kêmasî hebin jî ne kêmasiya kesekî tenê ye. Xebateke komî ye. Min berî salekê dîsa ev yek pêşniyaz kiribû. Em dikarin xwe bispêrin xebateke weşandî ya ku bi hevkariyekê derketiye holê. Û ev ferheng jî ya herî baş e bo niha. Silav û hez.--Bibliophile (gotûbêj) 09:56, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Balyozxane, Mohajeer, û Pispor: @Jiju, Ferhengvan, û Cyrus the virus: @Guherto û Hakîmo: Xebatên komî muhîm in, divê em bala xwe dibin wan, lê belê bi qenaeta min ji bo her peyvê ne hewce ye ku mirov teqez wekî ya wan bike. Xisûsen ji bo vê peyvê awayê "heyv" em tercîh bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:55, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Merheba Ghybu. Ji bo vê em dengdaneke li dar bixin, an ji ber ku fikrê piraniyan li ser peyva "heyv"ê ye, rasterast yê din wek guhertoyek nîşan bidim? -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:55, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]