Here naverokê

bext

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina bext  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bext bext
Îzafe bextê bextên
Çemandî bextî bextan
Nîşandera çemandî bextî wan bextan
Bangkirin bexto bextino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bextek bextin
Îzafe bextekî bextine
Çemandî bextekî bextinan

bext n

  1. Çarenivîs, rojgar, şans, nesîb, qismet, siûd, talih, qeder, felek.
    Bextê wan reş e.Ew bêşans in.
  2. Wijdan, zemîr, hesta qencî û xirabiyan,
    dilovanî, rehm, dilsojî.
    Ez xwe diavêjim ber bextê we..
    Ez ji we tika / rica dikim.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Zehre û 'iqda Sureyya keşşifî bûn ew di şerq
    Sayeya bextê me dayê ma li ser perde w niqab
    Wajigûn dewrê numa min çerx û bayê lewleban
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha farisî بخت (bext), pehlewî bext, avestayî bexte, sanskrîtî भक्ति (bhaktí: par, behr, beş, pişk) û भक्त (bhaktá: parvekirî, dabeşkirî) ji bej (parve kirin), hevreha √bhaj (belav kirin) sanskrîtî, hemû ji proto-hindûewropî *bʰeh₂g- yan *bʰag- (belav kirin, parve kirin) ku herwiha serekaniya beş (1. par, pişk, behr 2. vekirî, jêkvekirî, jevvekirî), pişk û bac yên kurdî ye. բախտ (bext) ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin.

Werger

[biguhêre]

Mane

[biguhêre]
  1. bext, talih, bawerî, şans;
    Bextê maye, cêzê keyna yo.[1]Bextê dê, cihêzê qîzê.

Çavkanî

[biguhêre]