Here naverokê

pêl

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina pêl  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêl pêl
Îzafe pêla pêlên
Çemandî pêlê pêlan
Nîşandera çemandî pêlê wan pêlan
Bangkirin pêlê pêlino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêlek pêlin
Îzafe pêleke pêline
Çemandî pêlekê pêlinan
pêleke xurt

pêl m

  1. Ava ku ji ava din bilindtir dibe û di ser wê re dilive.
    Hevmane: sîpel, şepol
    • Car caran pêlek ji pêlên din mezintir dihat û pêlavên me ên ji caw şil dikir. — (Biyanî, Albert Camus, Weşanên Nûdem)
  2. Livîna tiştekê bi taybetî ber bi hêlekê ve ku normal wêve naçe.
  3. frekans, weşan
    (bi taybetî ya radyoyê)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Da binasî xeterên rê tu nebî xafil-i jê
    Dicle ye lê di pir in bir birê pêl û ber û merx
    Pîrê şear e di şi'rê we Melê şalifiroş
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Binêre herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *welʰ (wergerîn, qulipîn - heman peyv serekaniya gerîn ya kurmancî ye jî), hevreha pêl ya zazakî, شه‌پۆل (şepol) ya soranî, bosnî û xirwatî val, sirbî вал (val), rusî волна (volna), latviyayî vilnis, almanî Welle...

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya wave a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

pêl

  1. (Şêxbizinî) pir, kuprî
    Le pêle helwigirdim.

Etîmolojî

[biguhêre]

hevreha soranî پرد (pird) (pird), zazakî pird, hewramî pirdî, farisî پل (pol), pehlewî 𐭯𐭥𐭧𐭫𐭩 (puhl), avestayî 𐬞𐬆𐬭𐬆𐬙𐬎 (pərətu), sanskrîtî पर (para: di ser re borîn), latînî portus (lîman, bender, keştîgeh > gelek zimanên ewropî port), yûnaniya kevn πόρος (póros: buhir, derbaz, derbend), îngilîzî ford (meyav, derbazgeha avê), almanî Furt (meyav, derbazgeh), îngilîzî firth (derbend), zimanên skandinavî fjord (derbend)... hemû ji proto-hindûewropî *pértus (derbazbûn). Binêre herwiha borîn, borandin.

Werger

[biguhêre]

(Navdêr 1)

[biguhêre]

pêl n

  1. (anatomî) , pûrt, pirç