derbend
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]| Tewandina derbend | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | derbend | derbend |
| Îzafe | derbenda | derbendên |
| Çemandî | derbendê | derbendan |
| Nîşandera çemandî | wê derbendê | wan derbendan |
| Bangkirin | derbendê | derbendino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | derbendek | derbendin |
| Îzafe | derbendeke | derbendine |
| Çemandî | derbendekê | derbendinan |
derbend m
- (erdnîgarî) newal, nihal, kend, dol, gelî, teht, lat, talde, kanyon, zinar, rizde, gêdûk, gewer, neqeb, zûr, zûrik, zeqir, ziqre, zixur, xirînc
- Xasê teşrîfa te bin derya û derbendê Ecem.
Da xelatên her seher sed zerkeş û mexmuri bî. — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)
- Xasê teşrîfa te bin derya û derbendê Ecem.
- derbasgeh û bora çiyê[1]
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
- keştîgeh, bender, lîman
- Şikanî Evdulrehman paşay babanî; ji derbendi Bazyan be karî Xalid paşay birayewe bû — (Havindê Sorî, “Hawarî bêganeyek,” Hej. 17.)
- asteng, rêgirî, rênedan:
- Em kurd ketine nav lafawê (lehî, lêmişt) û derketin ji nav ritamên wê ji me re pirseke heyînê ye. Bi her awayekî be, divê em xwe rizarbikin. Çiqas em liser wê rêyê ne, me çiqas derbend liber lehîlafawên wan girtine, ew pirseke din e. Lê bersiva serekîn ew e, ku em hîn binavnebûne, em liser her tengekê têdikoşin. — (Rukiye Ozmen: Hevpeyvîn ligel nûser Dr. Husên Hebeş, 2010,(www.mediakurd.com))
Etîmolojî
[biguhêre]Ji der (“derî, dergeh”) + bend, hevreha farisî دربند (derbend) ji zimanên îranî.
Jê
[biguhêre]- derbend kirin (lêker)
- derbendî (navdêr)
- Derbendîxan
- derbendkirin (navdêr)
Werger
[biguhêre]Rengdêr
[biguhêre]| Çavkaniya vê madeyê tine ye û ji ber wê peyitandina malûmatan ne mimkin e. Ji bo başkirina vê madeyê ji kerema xwe re çavkaniyan pê ve bike. Herwiha binêre gotûbêja li Wîkîferheng:Daxwazên peyitandinê. (+) Li çavkaniyê bigere: "derbend" – xeber · kitêb · akademî · wêne |
derbend
- memnû, heram, neqanûnî, qaçax, ne meşrû,
tişta/ê ku nabe bêt kirin (bi taybetî li gor qanûnê)- Leşker girt ser gund û ketina malan derbend kir. — (Abdullah Kiran, Ne ‘qedexe' ye, ya rast ‘derbend’ e)
Etîmolojî
[biguhêre]Li jortir binêrin.
Werger
[biguhêre]Çavkanî
[biguhêre]- ^ Reşo Zîlan û Behroz Şucaî, Peyvên kurdî-îranî di zimanên cîran de -II- Di Tirkî da, hej. 27, 2000