qirêj

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Asinekî qirêj û jengargirtî. (1)

qirêj

  1. Tiştê ne pak e ku li ser lebatên laşê kesek yan li ser cilên kesek û wd. peyda dibe û wan dixe rewşa ne pakîyê.[1]
  2. Gotinên kirêt.
    • …de biçin weke xwe bikin, bi derew û tevgerên xwe yên qirêj dijminiya min bikin. — (Hesenê MetêLabîrenta CinanWeşanên Peywend1994, r. 132, ISBN ISBN:9789197125475)
  3. bed, xirab
    • Bi tekezî û wek min pêştir jî gotiye, di vê cîhana herî qirêj de û mirov bi awayekî gelekî xirap ji bo hin armancan tê bikar û di siya van hemû kuştin, wêranî û koçberiya bi ser me de hatiye, ti rê û amraz ji hunerê bilindtir nîn e ku mirovatiya me ji cîhana qirêj biparêze. — (Siyamend Brim, Bi hunerê mirovatiyê ji cîhana qirêj diparêzin [arşîv], www.kurdistan24.net16.09.2019)
  4. heram, qedexe
    Ez pareyê te yên qirêj naxwazim!

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî کڕێش(krrêş) (kirrêş), kurdiya başûrî qirêşt, ihtimalen bi metatezê ji erebî قذر(qeðir) e. "ð" anku "zal" yanî z-ya fis ya erebî adeten di kurdî de dibe "z" û "z" jî berê di kurdî de dibû "j" (bide ber farisî "zen, zehr" lê kurdî "jin, jehr"). Dikare bê texmînkirin ku hevreha "kirêt" ya ji ermenî կեղտ (kêłt) yan jî "kirh" ji tirkî kir (pîsî) be (heman peyv di zimanên din jî yên tirkîkî de heye - azerî, ozbekî, tirkmenistanî - loma ya kurdî dê ji tirkî be, ne berevajî). Lê bi ihtimalekan mezin "qirêj" ne hevreha "kirh" yan "kirêt"ê ye, bi taybetî ji ber ku "-êj" şirovenekirî dimîne.

Herwiha "qirêj" - berevajî texmîna etîmolojiya gelêrî - ne têkilî peyva "qereç / qereçî" ye jî ku ji urdûyî کراچی(Keraçî) ye ku bajarekî mezin e li başûrê Pakistanê).

Agadarî[biguhêre]

Agadarî Di hin devokan de qirêj wek navdêr û qirêjî wek rengdêr tê bikaranînê: Mirovê qirêjî di bin qirêjê ve maye. Lê di hinan de jî "qirêj" rengdêr û "qirêjî" jî navdêr e: "Mirovê qirêj di bin qirêjiyê de maye."

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qirêj qirêj
Îzafe qirêja qirêjên
Çemandî qirêjê qirêjan
Nîşandera çemandî qirêjê wan qirêjan
Bangkirin qirêjê qirêjino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qirêjek qirêjin
Îzafe qirêjeke qirêjine
Çemandî qirêjekê qirêjinan

qirêj

  1. qirêjî, pîsî, gemarî, genîtî, ne paqijî, rewşa tiştên pîs
    • Ey xame te jî gelek dirêj kir
      Ev name bes e te pir qirêj kir
      Herçend-i kelam şubhê dir bit
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Çavkanî[biguhêre]

  1. M. Emîn BozarslanFerhenga KurdîDeng2011, çapa 1em, r. L-R;, ISBN 978-975-7011-75-0