silav
Kurdî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | silav | silav | ||
Îzafe | silava | silavên | ||
Çemandî | silavê | silavan | ||
Nîşandera çemandî | wê silavê | wan silavan | ||
Bangkirin | silavê | silavino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | silavek | silavin | ||
Îzafe | silaveke | silavine | ||
Çemandî | silavekê | silavinan |

silav mê
- Yek yan çend gotinên xweş û şirîn yên kesek dibêje bi taybetî dema kesekê/î dibîne yan jî dest bi axiftinekê dike.
(Wek merheba, rojbaş, bi xêr hatî û hwd.) - Peyamek ji gotinên xweş pêkhatî ya ji kesekê/î yan aliyekî re tê şandin.
- Silavên gelek partiyan di salvegerra wê partiyê de hatin xwendin.
- Gotinek silavkirinê ye.
- Silav, hûn çawan in?
- Seyra felekan li nik te gavek
Fexra melekan ji te silavek
Şeqqe l-qemera te yek işaret— (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)
Bi alfabeyên din[biguhêre]
- kurdî-erebî: سلاڤ / سڵاڤ
Herwiha[biguhêre]
Hin silav[biguhêre]
Jê[biguhêre]
- silav(î kesekê/î) kirin
- silav dan (kesekê/î)
- silav hinartin / şandin / bi rê kirin
- silavker
- silav kirin
- silav kirin
- silavkirî
- silavlêker
- silav lê kirin
- silavlêkirin
- silavlêkirî
Etîmolojî[biguhêre]
Ji erebî سَلَام (salām, “silav, selam, aştî”), hevreha aramî ܫܠܡܐ (şilama), îbrî שלום (şalom), akadî šalāmu, ge'ezî ሰላም (sälam), tigrînî ሰላም (sälam), ugarîtî š-l-m... hemû ji proto-samî *šalām-. Di kurdî de hê jî di hin devokan de li cihê "silav"ê "silam" yan "selam" tê gotin (hem bi maneya "merheba!" û hem jî bi wateya "merhebayî, silavdan, silavkirin, silavlêkirinê". Bi heman maneyan di farisî de jî wek "selam" tê bikaranîn. -m- ya proto-hindûewropî û proto-aryayî û hevreha peyvên kurdî di zimanên lêzim de gelek caran di kurmancî de dibe "v": "nam" ya farisî û nav ya kurmancî, "gam" ya zazakî û gav ya kurmancî, "gom" ya ermenî û gov ya kurmancî. -e- jî di kurmancî de bi gelemperî vediguhere -i-: "behar" ya farisî, bihar ya kurmancî, "kerden" ya farisî, kirin ya kurmancî. Peyvên ku ji mêj ve ji zimanên biyanî hatine deynkirin jî bi heman awayî dengên xwe diguherînin.
Bi zaravayên din[biguhêre]
- Soranî: سڵاو (siław)
Werger[biguhêre]
- Baskî: kaixo → eu
- Çekî: ahoj → cs
- Çînî: 你好 → zh (nǐ hǎo)
- Almanî: hallo → de
- Erebî: مرحبا → ar (merḧeben), ?التحیة → ar, ?السلام → ar, ?العمار → ar
- Esperantoyî: saluton → eo
- Farisî: سلام → fa (selam), درود → fa, سلام → fa
- Fînî: hei → fi, terve → fi, moi → fi
- Fransî: salut → fr, bonjour → fr
- Mecarî: szervusz → hu
- Îbranî: שלום → he
- Inglîzî: hello → en, hi → en, ?salaam → en, ?hail → en, salutation → en, ?salute → en, ?salvo → en, ?shalom → en, ?water current → en, ?word up → en, ?hey → en
- Îtalî: ciao → it
- Îzlendî: halló → is, hæ → is
- Latînî: ave → la
- Norwecî: hei → no, hallo → no
- Polonî: cześć → pl
- Portugalî: oi → pt
- Romanyayî: salut → ro
- Rusî: привет → ru (priviét)
- Sonxayî: sallam → ses
- Spanî: hola → es
- Swêdî: hallå → sv, hej → sv
- Tirkî: merhaba → tr, ?selâm → tr
- Viyetnamî: xin chào → vi
- Yûnanî: γεια → el (geia)
- Zimanê destan li Fransayê: salut
- Çekî: pozdrav → cs nêr
- Çînî: 迎接 → zh (yíngjiē)
- Danmarkî: hilsen → da g
- Almanî: Gruß → de nêr, Begrüßung → de mê, Begrüssung → de mê
- Erebî: تحية → ar (taHíyya) mê
- Ermenî: բարև → hy (barew)
- Esperantoyî: saluto → eo
- Ferî: heilsa → fo mê, heilsan → fo mê, kvøða → fo mê
- Fînî: tervehdys → fi
- Fransî: salutation → fr mê, salut → fr nêr
- Holendî: begroeting → nl mê, groet → nl nêr
- Mecarî: üdvözlet → hu, köszöntés → hu
- Îdoyî: saluto → io
- Inglîzî: greeting → en
- Îtalî: saluto → it nêr
- Japonî: 挨拶 → ja (あいさつ, aisatsu)
- Luksembûrgî: Begréissung → lb mê
- Norweciya nînorskî: helsing → nn
- Norwecî: hilsen → no
- Polonî: pozdrowienie → pl nêtar
- Portugalî: saudação → pt mê
- Rusî: приветствие → ru (privétstvije) nêtar
- Skotî: fàilte → sco mê
- Slovenî: pozdrav → sl
- Spanî: saludo → es nêr
- Swahîlî: salamu → sw
- Swêdî: hälsning → sv
- Tirkî: selam → tr
- Volapûkî: glid → vo
[biguhêre]
silav mê û nêr
- (rûsî û miletên nêzî wan) Binêre: slav (1)