peroş

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî peroş peroş
Îzafe peroşa peroşên
Çemandî peroşê peroşan
Nîşandera çemandî peroşê wan peroşan
Bangkirin peroşê peroşino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî peroşek peroşin
Îzafe peroşeke peroşine
Çemandî peroşekê peroşinan

peroş

  1. heyecan, kelecan, coş, heyranî
    • Diyarbekir bibû stûdyoya Radyoya Dengê Êrîvanê û beşdar jî wekî ku li gundên xwe, li ber roniya çirayê Radyoya Êrîvanê guhdarî bikin dixuyan. Hest û raman, coş û peroş rih û giyaneke kurdewar di konserê de afirand. — (Peyamner.com, 2/2008)
    • Bi du mehan piştî serlêdana wê, piştî ku hemû referansên xwe bo têketina vê akademiyê bi kar anîbû, hatibû qebûlkirin û vê qebûlbûnê bi wê re coş û peroşeke mezin çekiribû. — (Mîran JanbarQolyeya CécileêWeşanxaneya Lîs2012, çapa 1em, r. 23, ISBN 9786054497010)
  2. axûn, şewq, azwerî, azgînî, hewes, arezû, xasma ji bo hunerê.

[biguhêre]

Nîşeyên bikaranînê[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî پەرۆش(peroş, perîşanî, xem), kurmancî perîşan, farisî پریشیدن(perêşîden, belawela kirin, belav kirin; hiş belav kirin, bala yekî belav kirin). Wateya resen belav bûn/kirin bûye û paşê bûye hişî belav bûn ku bi farisî û soranî bo mebesta konsepta xemgînî û bi badînîmaneya ji kelecanê hiş belav bûn wergirtiye. Bo guherînên di navbera maneyên gurmijîn-berketin-qîrîn-kelecan-şa bûn binêre heyecan, xiroş û excite, outburst... Divê ji peroşîn çêbûbe. Ev herwiha dipeyitîne ku perîşan ji farisî ye. Guherîna dengên /ê/-/û/ di kurdî de berbelav e. Herçend bi wekheviya dengî, bi gengazî hevreha xiroş nîne.

Werger[biguhêre]