penîr

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî penîr penîr
Îzafe penîrê penîrên
Çemandî penîrî penîran
Nîşandera çemandî penîrî wan penîran
Bangkirin penîro penîrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî penîrek penîrin
Îzafe penîrekî penîrine
Çemandî penîrekî penîrinan
çendîn cûnên penîrî
kerek penîrê spî

penîr nêr

  1. berhemekî şîrînîv-hişk yê bi tirşkirinê tîrkirî û givaştî

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Têkilî[biguhêre]

Qafiye[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî په‌نێر(penêr), kurdiya başûrî penêr, zazakî penîr, gîlekî belûçî پنیر(penêr), farisî/gîlekî/mazenderanî پنیر(penîr), tacikî панир (panir), pehlewî pnyl (/penîr/)... hemû ji zimanên îranî, bi îraniya kevn *pati- (, bi) + *nai- (kan, kilandin).

Herwiha bidin ber farisî پینو(pînû) (nîvişk), avestayî 𐬞𐬀𐬌𐬌𐬀𐬵‎ (paiiah, /peyeh/: şîr), sanskrîtî पयस् (páyas: şîr), lîtwanî píenas (şîr), latviyayî piens (şîr)... hemû ji proto-hindûewropî *peyʰ- (şîr, rûn).

Peyv ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên Rojhilata Navîn, Kafkasyayê û Başûrê Asyayê, bo nimûne: tirkiya osmanî پنیر‎(penîr) û پینیر(peynîr), tirkiya niha peynir (bi devokî herwiha pendir), azerî pendir, ermenî պանիր (panîr), tirkmen(istan)î peýnir / пейнир, ûrdûyî پنیر‎(penîr), hindî पनीर (panîr), punjabî ਪਨੀਰ (panīr), bengalî পনির (pônir)...

Heman peyv bi wateya cûreyekî penîrê nerm ketiye piraniya zimanên ewropî jî, bo nimûne: fransî/îngilîzî/îtalî/portugalî/spanî/swêdî paneer, almanî Panir.

Çavkanî:
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Soranî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

penîr

  1. penîr

Zazakî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

penîr nêr

  1. penîr