Here naverokê

wezîr

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /wɛˈziːɾ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: we·zîr
[biguhêre]
kabikên kişikê
şah
wezîr
birc
metran
siwar
piyon / peya / serbaz

wezîr m yan n li gorî maneyê

  1. Serokê wezaretekê; yek ji çend kesên herî payebilindhikûmetê.
    Hevmane: gizîr, şalyar
    Wezîrê dadê; wezîra/ê karûbarên hindirr; wezîra/ê bazirganiyê; wezîra/ê kar, wezîra/ê neftê.
  2. (kişik) Cûnê kevirekî kişikêherî xurt (yek bo her lîstikvanî) yê ku dikare bilive her alî.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Te digo ko dinê û axiret bû
    Tacdîn weledê wezîrê dîwan
    Mem jî xelefê debîrê dîwan
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn , ~1692)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina wezîr
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî wezîr wezîr wezîr
Îzafe wezîra wezîrê wezîrên
Çemandî wezîrê wezîrî wezîran
Nîşandera çem. wezîrê wezîrî wan wezîran
Bangkirin wezîrê wezîro wezîrino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî wezîrek wezîrek wezîrin
Îzafe wezîreke wezîrekî wezîrine
Çemandî wezîrekê wezîrekî wezîrinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî وَزِير (wezîr), ji zimanên îranî, hevrehên farisiya navîn guzîr û viçîr, avestayî viçîre-, belkî têkilî vec- (aram kirin) ya parsî û/yan vezirke- (mezin) ya hexamenişî, bozorg (mezin) ya farisî û/yan gir / girs (zexm, mezin) ya kurmancî. Heta niha jî di çîrokên kurdî de bi forma "wezîr û gizîr" heye. Li serdema ebasiyan ev peyv derbasî erebî bûye û bi wî kirasê erebî li kurdî û farisî vegeriye. Di erebî de li gor rêzimana erebî peyvên وزارة (wizaret, wezaret) û وزراء (wuzerai, koma wezîran) jî jê hatine çêkirin.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya minister a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.