Here naverokê

babet

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

babet n

  1. Tiştê hinek ji hemûyê.
    Hevmane: beş, pişk, parçe, qism
  2. Tiştê têt kirin yan li ser têt axiftin.
    Hevmane: biwar, mijar, rîşe, war, mesele
  3. Maneya vê madeyê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.
    Hevmane: awa, şêwe, stîl, şikil, tehr, reng, çawanî, dirûv
    • Dû re gazoza din jî eynî bi wî babetî devê wê danî ser pîjê darê û bi hêz destê xwe lê xist. — (Firat Cewerî (1986), Girtî, Weşanên Nûdem)
    • Her celeb, her texlît dar hebûn. Darên biber, darên bêber, zirav, qalind, kin qayîm û kevnar her babet hebûn. — (Tu, Mehmed Uzun, 1984)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Halê ne mewca xafilan
    Babetê ehlî û dilan
    Mîr di bitin dere tê
    — (Feqiyê Teyran (~1620), (jkx sernavê kitêb an kovarê binivîse))

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina babet
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî babet babet
Îzafe babetê babetên
Çemandî babetî babetan
Nîşandera çem. babetî wan babetan
Bangkirin babeto babetino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî babetek babetin
Îzafe babetekî babetine
Çemandî babetekî babetinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî yan ji zimanekî din yê samî, bide ber erebî باب (bāb) (bab: 1) beş, par, parçe, qism 2) derî, dergeh), hevreha îbrî בבה (baḇa), aramî ܒܒܐ (bava)

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya topic a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.