Wîkîferheng:Peyva hefteyê/3

Ji Wîkîferhengê
PH: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52
PH (biyanî): 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52
Peyva hefteyê Hefte 17biguhêre
Peyv: mezin
Fîl mezin in û mişk biçûk in.
Kat. rêzimanî: rengdêr, navdêr
Xwendin:  IPA(kilîd): /mɜˈzɘn/
Kîtekirin: me·zin
Mane:
rengdêr
  1. gir, girs, zexm, ne biçûk:
    Fîl heywanên mezin in.
  2. berfireh yan bilind:
    behreke mezin
    xaniyekî mezin
  3. bitemen, bi temenê xwe zêdetir:
    birayê mezin û birayê biçûk
  4. giring, muhim, tesîrker, bibandor, zîrek, jêhatî:
    qezayeke mezin
    zanayên mezin
navdêr, mê û nêr
  1. danemir, baliq, gihiştî, reşîd,
    êdî ne zarok,
    kesên ku êdî ne zarok in,
    kesên ku bûne 18-salî yan zêdetir:
    Bilêtên bo mezinan bi 10 dolaran û bilêtên bo zarokan bi 5 dolaran in.
  2. pîr, rîspî:
    mezinên gundî
  3. giregir, serok, birêveber:
    Mezinên kurdan divê yekîtiya neteweyî ava bikin.
  4. bavûkal, bavûbapîr:
    gotinên mezinan (gotinên pêşiyan)

Peyvên berê[biguhêre]