Here naverokê

Wîkîferheng:Peyva hefteyê/35

Ji Wîkîferheng
PH: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53
PH (biyanî): 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53
Peyva hefteyê Hefte 42biguhêre
Peyv: bêhn
Jinikek qesta bêhna gulê dike.
Kat. rêzimanî: navdêr, mê
Bilêvkirin:  IPA(kilîd): /beːhn/
Deng:
Deng (Amed): guhdar bikeⓘ(file)
Kîtekirin: bêhn
Mane:
  1. Tişta/ê mirov bi difinê pê dihese.
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Ahûwê sipî ii çav di reşbûn
      Biskên di sîyah û bêhnê xweşbûn
    • 2019 gulan 20, Konê Reş, “Min bêhna serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo kir”, li ser basnews.com‎[1]:
      Em vegerin ser nîrê zêrîn Zankoya Zaxo û çima min bêhna serxwebûna jê kiriye?
    • 2020 tîrmeh 27, rûdaw, “Li Almanyayê kûçikên leşkerî bi bêhna koronayê hatin perwerdekirin”, li ser rudaw.net‎[2]:
      Li Almanyayê, kûçikên leşkerî yên taybet li ser bêhna koronayê hatine perwerdekirin. Ew niha bi rêjeyeke zêde, bi rêya bêhnê dikarin nexweşên koronayê nas bikin.
  2. Hewaya mirov di dev û difina xwe re tîne û dibe.
    • 2020 îlon 7, Mem Farqînî, “Ristemê Zal kî ye?”, li ser xwebun.org‎[3]:
      Dem derbas dibû. Ji dûr ve dengê hewtehewta kûçikên gund dihat. Û xalê Cemîl hêdî hêdî ber bi dawiya çîroka xwe ve dihat. Bîstek din wek her tiştî ev çîrok jî bi dawî bibû. Xalê Cemîl gava bêhneke kûr kişand û got; 'Ev çîroka me çû deştê, dê û bavên guhdaran jî cih bihiştî' ev dihat wateya ku ev çîrok jî xelas û bi dawî bûye.
  3. Demek kurt anku kin.
    • 2020 çiriya paşîn 18, Abdurahman Sever, “Berhemên ruhê xwebûnê-4: Şêx Ubeydullahê Nehrî”, li ser xwebun.org‎[4]:
      Şêx Ubeydullah rojeke ji rojên zor û zehmet, li civateke mezin wiha dibêje: 'Bêhêvî nebin, xwe bernedin, hevdu bigirin. Ji bîr nekin ku wexta reştariya şevê bêhnek beriya berbangê ye'.

Peyvên berê

[biguhêre]