|
Peyv: berf
Kat. rêzimanî:
|
navdêr, mê
|
Xwendin:
|
IPA(kilîd): /bɜɾf/
|
Deng:
|
Deng (Amed)ⓘ
|
Kîtekirin:
|
berf
|
Mane:
|
- Ava qerisî ya wek tozeke spî ji esmanan dibare,
(dema ku gelek dibare, erdê spî dike; paşî dema ku hewa germ dibe, ew dihele)
- berf barîn, berf hatin, berf helîn, berf lê kirin, berf malîn, berf veçopirîn.
- Di esasê xwe de, navbera we û baranê, berfê xweş bû. Ew hewqas bê aman, hewqas xedar nebûn li hemberê we. Di şevên sar ên zivistanan de, baranê delal delal xwe berdida jêr. Weke, ew bireqise. Îcar dema berfê, bi bedewiya keçikeke hêjdesalî, xwe berdida û bajar û hawîrdora bajêr dixemiland, zarokên bajêr dilşa dibûn. Barîna berfê şênayiyek bû. Kuçe û kolanên bajêr ji zarokan tijî dibûn. — (Tu, Mehmed Uzun, 1984)
- Berfa pêşîn a demsala îsal, li Diyarbekirê bariya. Li herêma derdora Diyarbekirê, kêmcaran di demsala payîzê de berf dibare. Îsal jî wan wan salan e ku berfa zivistanê ji payîzê ve bariya. — (Li Diyarbekirê berfa yekemîn bariya, K24, 2016)
- Li Stockholma xopan zivistan e, di pacê ra li hewşê dinêrim, berfeke hûr hûr dibare, her der spî boz bûye. — (Piştî zivistanê buhar tê..., Zinarê Xamo, 2016)
|
|