Here naverokê

mezel

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

mezel m

  1. Beşek ji xaniyekî ku bi dîwaran ji beşên din hatiye veqetandin.
    Hevmane: ode, hode, xurfe, otax, jor, jûr
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Dû re wî rahişt kevokê û çentê xwe, dîsan bi paş de vegeriya hundur û çû mezela mêvanan.
  2. Cihê kesek mirî lê hatiye veşartin.
    Hevmane: gor, mezar, ziyaret, qebir

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
    Dêm-i di camê me dî sur di medamê me dî
    Lew me ji meyxaneyê girtiye berder mezel
    Her ji kevanê biweş qebdezerê goşereş

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina mezel
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mezel mezel
Îzafe mezela mezelên
Çemandî mezelê mezelan
Nîşandera çem. mezelê wan mezelan
Bangkirin mezelê mezelino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mezelek mezelin
Îzafe mezeleke mezeline
Çemandî mezelekê mezelinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî منزل (menzil: rawestgeh, peyageh, cihê peyabûnê / jêdaketinê), hevreha aramî ܡܙܠܐ (mezzala), îbranî מזל (mezal), akadî 𒌓𒁕 (manzaltu [UD.DA]). Bi maneya "gorr, mezar, qebir" belkî bi xeletî bi têkilkirina peyva "mezar" be.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]