cerg

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Dil û cerg.

cerg

  1. cegera reş: mêlak, kezeba reş, pişa reş,
    organa leşî ya xwarinê dihelîne û jehran diruxîne
    1683, Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan:
    ظهر پشته سره ناڤک جوف ناڤ
    کبد جرگه کلیه گرچک کدنه بز
    روڤین امعاء مرارت هم ظراڤ

    Z̤ehr-i puşt e; sirre navik; cewf-i nav
    Kebd-i cerg e; kulye gurçik; kidne bez
    Rûviyin emʿaʾ; meraret hem z̤irav
    1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
    خونی د دڤ و گپی وه هاڤیت
    زینا کو دصد برین لجرگی
    چو حالت فوت شادمرگی

    Xwînê di dev û gepê we havêt
    Zîna ko diṣed birîn li cergê
    Çû ḥalet-i fewt-i şadimergê
    1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
    رنجیده کر مسکین غریب ترکا دل احباب دا
    محبوب و ریحان پر گلاڤ کر کر لمن جرگ و هناڤ
    زهرا هلاهل بو د ناڤ لو ساقی او جلاب دا

    Rencîde kir miskên x̣erîb; terka dil-i eḥbab-i da
    Meḥbûb û reyḥan pir gulav; ker kir li min cerg û hinav
    Zehra helahil bû di nav; lew saqî ew cullab-i da
  2. cegera spî: pişa spî, kezeba spî,
    organa leşî ya nefes pê têt kişandin
  3. dil, qelb, hinav
    Cerg li min sot. (Dilê min şewitand.)
  4. (mecazî) cesaret, bistehî, wêrekî, curet
  5. gotin bu kesên gelek ezîz li def mirovî, herwiha bu zarokên mirovî jî tê gotin

Hevmane[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]