bazar

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bazar bazar
Îzafe bazara bazarên
Çemandî bazarê bazaran
Nîşandera çemandî bazarê wan bazaran
Bangkirin bazarê bazarino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bazarek bazarin
Îzafe bazareke bazarine
Çemandî bazarekê bazarinan
Bazar

bazar

  1. firoşgeh, cihê ku tişt lê tên kirîn û firotin
  2. navenda bajarî yan gundî (ji ber ku cihê kirîn û firotinê ye)
  3. bazirganî, ticaret, karê kirîn û firotinê
  4. hatin firotina tiştan
    Bazarê pirtûkên kurdî qels e. (Pirtûkên kurdî pir nayên firotin.)
  5. pirsîna bihayê tiştekî
    Min kirasek bo jina xwe bazar kir, firoşkarî got bi 50 euroyan e.
  6. hewldan bo kêmkirina bihayê tiştekî
    Ez bazarê li gel te nakim. Çi qas dixwazî, ez ê bidim te.
  7. roja yekşemê

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji farisî [Peyv?], hevreha bajar ya esil-kurdî. Di kurdî de bi piranî "j" li cihê "z" ya farisî ye, wek jin bi kurdî û zen bi farisî. Bo hin peyvên din jî yên ji farisî, ku hevrehên wan yên hinekî bi maneyeke cudatir di kurdî de hene, binere: peyam / peyv, dilsoj / dilsoz.

Werger[biguhêre]

Zazakî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

bazar

  1. bazar, sûk, firoşgeh

Soranî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

bazar

  1. bazar, sûk, firoşgeh

Azerî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

bazar

  1. yekşem

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên yekşem hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Teteriya krîmî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

bazar

  1. yekşem

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên yekşem hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]