Here naverokê

firotin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (Lêkera rader û navdêr) IPA(kilîd): /fɘɾoːˈtɘn/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)

Lêker

[biguhêre]
firotin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -firoş-
RP.
Niha
ez difiroşim
tu difiroşî
ew difiroşe
em, hûn, ew difiroşin
Fermanî Yekjimar bifiroşe
Pirjimar bifiroşin
Rehê dema borî: -firot-
RP.
Boriya
sade
min firot
te firot
wê/wî firot
me, we, wan firot
Formên din: Tewîn:firotin

firotin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Dan bi pare, (tişt) dan bi dirav.
    Kirîn û firotin.
    Tu dê tirimpêla xwe bi çendê bifiroşî min?Divê ez çiqas pare bidim te daku tu razî bibî erebeya xwe bidî min?
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Erdên vala, yên ku di navbera wan xaniyan de mabûn jî, hemû hatibûn firotin.
  2. (mecazî, bi tesîra tirkî) Xayîntî lê kirin; di nîvê re de hiştin.
    Wan em firotin.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
    Pêncî hecc û pêncî sewab
    Mefroş bi vê beya xerab
    Poşman dibî j'memelet

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
avestayî: vaxş- ("mezin bûn")
partî: wxş- ("mezin bûn")
pehlewî: wxş- ("mezin bûn"), frwxş- ("firotin")
partî: xwş- ("mezin bûn")
farisî: furoxten / furoş- ("firotin")
gîlekî: furoxtēn / beyrüş- ("firotin")
semnanî: beyrūtīyon / beyrüş- ("firotin") … alfabeya arî
kurmancî: firotin / firoş- ("firotin")
soranî: firoştin / -firoş- ("firotin")
hewramî: wiretay, wuretay / wireş, wureş- ("firotin")
zazakî: rotene / roş- ("firotin")
sanskrîtî: vakş- ("mezin bûn")
yûnanî: auxein- ("zêde kirin")
latînî: augere- ("zêde kirin")
almanî: wachsen- ("mezin bûn")
îngilîzî: wax- ("mezin bûn") ...

Çavkanî: Cheung p.428, Watkins p.6

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sell a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

firotin m

  1. dana bi pare, dayîna bi beramberî pere:
    firotina xanî,
    firotina kelûpelan bi pare

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina firotin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî firotin firotin
Îzafe firotina firotinên
Çemandî firotinê firotinan
Nîşandera çem. firotinê wan firotinan
Bangkirin firotinê firotinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî firotinek firotinin
Îzafe firotineke firotinine
Çemandî firotinekê firotininan

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sale a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formeke lêkerê

[biguhêre]

firotin

  1. forma pirjimar ya dema borî ya sade ya lêkera firotin:
    Me gelek tişt firotin.

Anagram

[biguhêre]