Gotûbêj:guherandin

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

DS: Çîriya paşîn 2020an[biguhêre]

Ev gotar li gorî rêzikên standardkirinê yên Wîkîferhengê hatiye standardkirin. (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin.


guhertin / guhartin --Balyozxane (gotûbêj) 15:23, 27 tebax 2020 (UTC) Bnr. Gotûbêj:guhertin#Awayê standard--Balyozxane (gotûbêj) 15:24, 27 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

 Standarda Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû guhertin (r. 183) e. Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye. 30 îlon 2020

Gotûbêj[biguhêre]

Şirove Paşgira vê peyvê -artin e; rehê vê paşgirê jî herdem dibit -êr-, wek mînak:

Paşgira -ertin tine ye; lêkera negerguhêz guherîn e, u ji ber ku -guher- di nav da ye, hingê tevlihevî çêdibit. -- Hakîmo (gotûbêj) 07:15, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ji wextê niha û wextê ku hê ne hatîye em her car guherîn bi kar tînin. Ji bo wextê çûyî guhertin. (Ez diguherim, ez ê (bi)guherim, ew diguhere, ez guhertim, ew guhert, wa diguhert, min guhert). Nivîsîn/nivîsandin jî du lêkerên ku wateya wan eynî ye ne lê ez yan ji hemûyan re dibêjim nivîsîn yan jî nivîsandin, ne li gora tiştekî. -- Guherto (gotûbêj) 08:16, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Merheba. Bilêvkirina Nisêbînê piçekî dûrî bilêvkirina standard e. Çima? Ji ber ku "e"yê hin devokên navendî hinekî cuda ye. Li rûpela min jî binêre (min bilêvkirina hemî devokên kurmancî êxistine wê derê): [ɜ] bûye [ɜ̟], yanî nêzîkî /ɛ/ bûye. Gava ku dengdêrek piştî yan berî dengdara "r" bit, carinan ew "r"ya han wê dengdêrê vekirîtir dikit, wek mînak: nêrîn > nerîn; biguhêre (guhartin e; ne guherîn e) > biguhere; çêrîn > çerîn; rûvî > rovî; mûrî > morî. Bawer bike, heval, min guh daye hemî devokên kurmancî, u ez dizanim ka bilêvkirina standard kîjan e; ne [ɜ̟] ye. Herwiha devoka min jî piçekî dûrî bilêvkirina standard e. -- Hakîmo (gotûbêj) 13:27, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Spas ji bo şîrovekirina te, lê çima hin dibêjin biguhere (an jî biguhêre) lê hin dibêjin biguherîne? -- Guherto (gotûbêj) 13:37, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ji ber ku guherandin hatiye tewandin. Em dizanin ku hemî lêkerên ku bi -andin bi dawî tên bi -în- têne tewandin. -- Hakîmo (gotûbêj) 13:42, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ma tu bi cudahiya di navbera guherîn u guhartinê da dizanî, heval? -- Hakîmo (gotûbêj) 13:53, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Min carekê pirsîbû (Gotûbêj:guherîn), Bikarhêner got ku guhertin tê kirin û guherîn bixwe dibe. Min digot qê "biguhere" guherîn e ji ber ku tewandina di rûpela wê de wilo dibêjê. Birastî serê min piçekî tevlîhev bû Bof. -- Guherto (gotûbêj) 14:06, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Erê, Serhişk rast gotiye, lê te fam nekiriye? -- Hakîmo (gotûbêj) 14:15, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: biguhere guherîn e; biguhêre guhartin e. -- Hakîmo (gotûbêj) 14:17, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Problem ew e ku di devoka min de eynî ne, ji bonî wê ne ketibû serê min de :) Lê ez vêce fêm dikim, spas. -- Guherto (gotûbêj) 14:28, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

--Rewiye tine (gotûbêj) 20:54, 12 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ji alîyê rêzimanê ve ez dibêjim "guhartin" rasttir e. Ji alîyê bikaranînê vê nizanim, hejmara çavkanîyên înternetê bi kêr nayê. Ji bonî go tevlîhevî çênebê ez dibêjim ber bibê "guhartin".. -- Guherto (gotûbêj) 18:51, 13 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Brako, dive tu jî navê xwe bikî Guharto :D.--Rewiye tine (gotûbêj) 20:35, 13 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ji destpêka gotûbêjan ve ez wê difikirîm jixwe, lê em dibêjin "guhertin", ez ê weke "guherto" bihêlim :) -- Guherto (gotûbêj) 17:32, 14 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Mala te ava ji bo çavkanîyan, xuya dike ku "guhertin" çewtîyeke nû ye ji ber ku tenê di ferhengên nû de heye. -- Guherto (gotûbêj) 16:50, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Guhartin li gorî Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê hatiye standardkirin. Ji kerema xwe piştî hefteyekê awayên din wek guhartoya guhartin biguherînin.
-- Guherto (gotûbêj) 16:50, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

guherandin[biguhêre]

guhêrandin --Balyozxane (gotûbêj) 20:17, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

 Standarda Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû guhertin (r. 183) e. Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye. 30 îlon 2020

Gotûbêj[biguhêre]

Şirove Guher-tin û guher-andin eynî peyv in. Ferhenga Birûskî jî -andinê ber alî dikê -tin. -- Guherto (gotûbêj) 20:30, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto, Balyozxane, Ghybu, Bikarhêner, û Rewiye tine: Na, guhartin o guherandin eynî peyv in. Bi hin devokên kirmancî -andin li paş rehê dema niha ê lêkera negerguhêz zêde dibit, wek mînak:
rijîn (-rij-) / rêtin > rijandin
guherîn (-guher-) / guhartin > guherandin
O hin jî -an li paş rehê dema niha ê lêkera gerguhêz zêde dikin, wek mînak:
hiştin (-hêl-) > hêlan
anîn (-în-) > înan
Ji bo zimanê nivîskî guhartoyên pêşîn baştir in: guhartin (ne guherandin), rêtin (ne rijandin), hiştin (ne hêlan), anîn (ne înan).
Hêvîdar im ku hûn tê bigihin. -- Hakîmo (gotûbêj) 11:00, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Ji bo diyarkirina mijarê dixwazim di pêşiyê de hin agahiyan bidim.
Bi normalî qertafa "-în" tê paşiya lêkeran û maneya fiîlê dide ji bo kesê yekem yê yekjimar. Nimûneten lêkera "firîn": "Ez firiyam". Lê gava qertafa "-andin" tê li ser vê lêkerê, dibe "firandin" ku ev jî maneya fiîlê dide ji bo kesê sêyem yê yekjimar. Nimûne: "Kevokekê firand". Ev qaîdeya giştî ye. Lê istisnayên vê qaîdeyê jî hene. Bi dîtina min yek ji van istisnayan jî lêkera "guherandin" e.
Lêkera "guherîn" û "guherandin" wê fonksiyona ku min li jor zikir kiribû nahewînin. Li vir ji ya jor hinekî cudatir e hal. Di vir de qertafa "-în" ku hatiye ser "guherîn"ê, maneya cudabûneke bê xwestek an îradeya însanekî dide. Lêkera "guherandin" ku qertafa "-andin" pêvekirî jî maneya cudakirineke bi daxwaz û îradeyê dide. Bi vê halê xwe ji îzahata li benda duyem dûr ketiye.
Ya duyem, ji peyvên "guherîn, guhêrîn" / "guhertin, guhêrtin" / "guherandin, guherandin" yên standard eşkere ne (yê bi "e"yê standard in, wek guherandin).
Dîsa ji bo peyvên "guhertin" û "guhartin" jî awayê wek "guhertin" bûye ya standard. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:36, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Na, kekê min. :) Hê jî nebûye ya standard. Bi devoka min geh guhartin derbaz dibit geh guherandin jî derbaz dibit. O em dizanin ku bi kurmanciya rojhilatî wek guherandin ticar derbaz nabit, loma eşkere ye ku guherandin formeke nû ye o devokî ye (mixabin ez guhartoyên devokî di zimanê nivîskî da qebûl nakim). guherandin o guhêrandin jî meseleyeke dirêj e, çunkî pir axiverên ku bi kurmancî baş nizanin guhartin (guherandin) o guherîn tevlihev dikin, loma guhartoyên - mîna ku tu dibêjî (guhêrîn, guhêrandin, guhertin o guhêrtin) - bi der dikevin. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:37, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Keko, bi rastî nivîsa te li gorî kurmanciya niha hinekî nestandard dixuye. Mîsalen "o"ya te, ku em wek "û" dibêjin û dinivîsînin. Esasa kurmanciyê Bakur e, û standarda Bakur jî "guherandin" e, wekî ku min li jor jî îzah kiriye. Belkî gotinên te li gor herêma te ya standard be lê li gor kurmanciya Bakur nestandard e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:34, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Em ê ferhengên heyî binêrin ku zêdetir çavkanî bibêjin hem guhertin/guhartin hem jî guherandin standard e, em ê hem guherandin hem jî guhertin/guhartin bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 20:39, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo, Guherto, Bikarhêner, û Balyozxane: Li gor çavkanîyan guhartin zêde ye. Hewceye ji bo guherandin çavkaniyan binêrin? Em ji bo guhe/êrandin çi bikin?--Rewiye tine (gotûbêj) 18:53, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────@Rewiye tine: Dema te li çavkaniyên guhartin/guhertin geriya guherandinê jî nenêrî? Divê em çavkaniyên guherandin/guhêrandin jî binêrin. --Balyozxane (gotûbêj) 19:10, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Na--Rewiye tine (gotûbêj) 19:22, 21 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Biya min @Hakîmo: û @Bikarhêner: her dû jî durust in.

Teorîya Hakîmo

guherîn=mastar
gerguhez

ez malê diguherînim
tu malê diguherînî
ew malê diguherîne
em, hûn, ew malê diguherînin

negerguhez
mal hat guhartin=guherandin.

(guhartin=guherandin/guhêrandin ne kelîmeyek e serbixwe ye guhartoyeke guherîn e. Ango ne mastar e. Wek guhartoyeke ne gerguhez ya guherînê.

Teorîya Bikarhêner

Guherîn û guherandin mastarên cuda ne. Maneya wan cuda ne.

Dawî guherandin hem mastareke serbixwe ye hem jî guhartoyekê negerguhez ya guherîn e.--Rewiye tine (gotûbêj) 19:25, 22 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

guhartin (guhêr)

Lêkera guhartin lêkereke gerguhêz e û lêkereke rêzikî ye. Lê belê ji ber ku forma wê ya negerguhêz nîn e, li ser rayeka dema niha “guhêr"ê lêkera “guherîn" hatiye dariştin û li ser heman bingehê lêkera pêkhatî "guherandin" hatiye afirandin. Îro lêkera "guherandin" ji lêkera resen "guhartin"ê zêdetir tê bikaranîn. Ji lêkera "guhartin"ê bi alîkariya pêşgira “ve-" lêkera “veguhartin" hatiye dariştin, her wiha ji bo forma negerguhêz jî “veguherîn" hatiye çêkirin. Rayeka dema niha ya vê lêkerê "guhêr" îro wekî morfemekê nayê bikaranîn, lê mirov dikare wê ji bo kirdenavên têkildarî “guhartin"ê bi kar bîne. Mînak: dirûvguhêr, helwestguhêr, dengguhêr, rengguhêr.. rupel: 238 Samî Tan

--Rewiye tine (gotûbêj) 20:18, 23 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine: Ya Celadet Alî Bedirxan ber alî dike guhartin, nikarê weke çavkanîyeke vê bijmêrê. Ma rast e -andin bêhtir ji -artin peyde dibe yan te vê carê li bêhtir ferhengan mêzand? -- Guherto (gotûbêj) 21:17, 23 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ya Kamêran Botî jî beralîkirinek e. Em ne li ser hebûnê disekinin, lê li ser tercîhê. Beralîkirin tê maneya ku peyveke dî tercîh dikin. -- Guherto (gotûbêj) 21:20, 23 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
D. Îzolî jî ber alî dike. Ez ê hew nivîsim heke beralîkirina bibînim, tenê xetekê çêkim. -- Guherto (gotûbêj) 21:22, 23 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ferhengên din bi min re nînin, jkxr ji nûve mêzêne û vê carê li tercîhê mêzêne, ne tenê hebûnê. -- Guherto (gotûbêj) 21:26, 23 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto:Biya min te mesele şaş fam kir. Min guherandin/guhêrandin nêrî. Armanca min ne beralîkirina guhartin e. Fikra min guherandin û guhartin ne varyantên hevin lê hev mane ne. Her dû jî standart in.--Rewiye tine (gotûbêj) 16:09, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine: Min şaş fêm nekir. Heke ew ferheng peyvê ber alî bikin (yên bi xet wilo dikin, yên din nizanim. hemû ferhengên bi min re ber alî dikin) ew dibêjin yanî 1) maneya wan eynî ye û 2) guherto ya dî rasttir e. -- Guherto (gotûbêj) 16:17, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto:Em li gor çavkanîyan diçin. Ne li gor vî ferhengî.--Rewiye tine (gotûbêj) 16:40, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Erê em li gora çavkanîya diçin. Lê beralîkirin tê maneya ku li gora ferhengvan yeke rasttir heye û maneya wan eynî ye. @Balyozxane: Ez vê şaş dizanim? -- Guherto (gotûbêj) 17:45, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine û Guherto: Bi ya min jî divê guherandin û guhartin wek hevmane lê bên zêdekirin lê belê hevalê Guherto rast dibêje. Ku zêdetir çavkanî bibêjin guherandin guhertoyeke guhartin e hingê divê em jî wisa bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:47, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto û Balyozxane:Nexwe em niha guhartin, guherandin binêrin ka kîjan di ferhengan de bêhtir cîh digirin. Lê çima ku ev kelîme giring in divê çavkanî zêde bin ku dilê hemû kesî rehet be.--Rewiye tine (gotûbêj) 17:58, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li gor rêziman guhartin e. Çikmî guherandin ji vir derketîye. Eger guherandin zêdetir derkeve di rêzimanê de pirsgirek derkeve.--Rewiye tine (gotûbêj) 18:04, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez dibêjim rêziman ji bikaranîn girîngtir e. Tu dikarî mêzêne ma çavkanîyên te "guherandin" ber alî dikin tiştekî dî yan jî tenê ew di wan ferhengan de heye? -- Guherto (gotûbêj) 18:35, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Min li vir guhartin û guherandin berawird kir ka kîjan zêdetir di ferhenga de derbas dike.
Not1 çend ferheng maneya guhartin û guherandin cuda dane.
Not2: Ferhengê Tirkî kurdî hundir heyîn; min degiştirmek nêrî kelîmeya yêkem kîjan be min wî stand. Çimkî ev tercîha ferhengvan nîşan dide.
Not3 çavkanîyên rêziman min nenêrî
Not4 Biya min guhertin, guhurtin, guhêrtin divê bin guhartin werin hejmartin çimkî varyantên wîne herwiha varyanten guherandin jî di bin guherandin de were hejmartin--Rewiye tine (gotûbêj) 23:37, 24 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Biya min divê standart guhartin be. Ji xwe zêdetir ev derket.--Rewiye tine (gotûbêj) 19:26, 25 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine, Guherto, û Bikarhêner: Bi ya min Guhartin û guherandin hevmane ne. Çavkaniyên Rewiye tine jî 7 caran tenê guhartin, 7 caran guhartin/guhertin û guherandin hevmane ne dibêjin. Jixwe tiştê xwe em li hêviyê bûn jî tiştek wisa bû. Em nikarin bibêjin guherandin şaşnivîsa guhartin e. Li gor hin çavkaniyên guherandin ji guhartin çêbûye. Êdî peyveke serbixwe ye, ne tenê guhertoyeke. --Balyozxane (gotûbêj) 14:02, 11 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Fikirê min ew e ku çawa vexwartin guhertoyeke vexwarin e guherandin jî guhertoyeke guhartin e. -- Guherto (gotûbêj) 20:08, 11 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Em guherandin wek guhartao nîşan bidin an kelîmeyek serbixwe? Herdu jî dibe lê bîyamin wek guhartoyek be çêtir e. Çinmkî di kitabek de guhartin di kitabek din de guherandin derbas bibe ne menfeate meye. Guhartin û guherandin zêde dişibin hev ku mirov bêje havmane ne û ne varyentên hevin. Ji xwe ev kelîme yê hebin. Lê divê yekî em bidin pêş. Hemû zimanda jî wisaye bi taybetî bo lêker a. Mînak mana change bi kurdî çî ye? Divê varyantek pêşdetir be. Ev pêşbazîya varyantan heta kenge wisa here. Ez rûmeta hemû fikran digirim. Lê em dikarin dengdanek çêkin.--Rewiye tine (gotûbêj) 05:51, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Rewiye tine: Difikirim difikirim nabe. Rewşa vexwartin û guherandin cuda ye. Vexwartin dibe ku şaşiyeke nivîsê be. Gelek kêm tê bikaranîn. Lê guherandin zêde tê bikaranîn. Ha temam em dîsa guhartin bidin pêş lê guherandin jî wek hevmane lê zêde bikin çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj) 01:36, 15 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Em bêjin guhartoyekê guhartin e û gotarek normal amade bikin. Ji xwe li gor rêziman jî wisa ye. Em dê nebêjin 'ji bo rastnivîsê guhartin binêre.' Dibe ku vî şeklî hemû kes şad bibe.Rewiye tine (gotûbêj) 10:58, 15 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Wisa dibe min. --Balyozxane (gotûbêj) 14:33, 25 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]