Here naverokê

zêr

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Zêr (1) di nav sîstema vedorî ya elementan de.
Kîloyeke zêr. (1)
Peristgeha Zêrîn ya sîkhan li Hindistanê

zêr n, r-ya req

  1. (kîmya) altûn, tela,
    madenek zer yê bihagiran e
    (bi taybetî bo çêkirina gustîl, guhar, gerdenîk û bazinan tê bikaranîn)
  2. hûrdeyê zêrrîn
    pênc zêr
  3. (mecazî) hêja, jêhatî
    Wele tu zêr î!

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
    Selweya bih û sêvan 14*
    Belçîm ji zîv û zêra
    Heram in xew di şêvan

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina zêr
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zêr zêr
Îzafe zêrê zêrên
Çemandî zêrî zêran
Nîşandera çem. wî zêrî wan zêran
Bangkirin zêro zêrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zêrek zêrin
Îzafe zêrekî zêrine
Çemandî zêrekî zêrinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]
  • Au (Sembol)

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî زێڕ (zêrr), kirmaşanî zerr, zazakî zern / zer, belûçî û farisî زر (zer), tacîkî зар (zer), pehlewî zer, osetî зæрин (zerîn), avestayî zerenye-, hexamenişî derenye-, sanskrîtî hîrenye-, latviyayî zelts, rusî золото (zoloto), polonî złoto, bosnî, çekî, slovakî, slovenî û xirwatî zlato, makedonî û sirbî злато (zlato), îngilîzî gold, almanî Gold, danmarkî û swêdî guld, norwecî gull, holendî goud... hemû ji proto-hindûewropî *ǵʰel- (zer; biriqîn - ǵ-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe "z" û "l" dibe "r"). Herwiha hevreha zer ya kurmancî.

Çavkanî: Horn p.145, Watkins p.29, Etymonline

Bide ber

[biguhêre]

Herwiha binêre

[biguhêre]

Baweriyên gelêrî

[biguhêre]
  • 2013 kanûna paşîn, Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê:
    Jêhat Zekî Taher: Dema em zarok bûn û diranê me yî şîrî diket, me ew diranê ketî hildigirt, li rojê dinêrî û me ji rojê re digot: Rojê, wişte diranek ketînî (şîrînî), ka diranek zêrrînî. Û me ew diranê ketî bi hêla rojê de diavêt û berba dikir.

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]