Here naverokê

piling

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd): /pˤɪ'lˤɪŋg/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: pi·ling
[biguhêre]
Piling (1) anku Panthera pardus.
Piling (2) anku Panthera tigris.

piling n

  1. (guhandar) Pars, kitikê gir yê kûvî yê pinpinî (Panthera pardus).
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      لجگر سیه‌کمانان دو هزار تیر رشاندن
      ژ جگر ملا پلنگان بکلاب و پنس کر کر
      اسدان ژ پنجه ڤیران دل و سینه هرشاندن
      Li ceger siyehkemanan du hezar-i tîr reşandin
      Ji ceger Mela pilingan bi kulab û pens-i ker kir
      Esedan ji pence vêran dil û sîne herişandin
  2. Pisîkek anku kitikek gir yê kûvî yê xetxetî ye ku bi taybetî li Asyayê peyda dibe (Panthera tigris).
    Hevmane: bebir
  3. Hemû kitikên gir yên kûvî (Panthera) ji bilî şêran (panter, leopar, jagwar, kugar...).
  4. (mecazî) Zîrek, wêrek, fêris, şêr.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina piling
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî piling piling
Îzafe pilingê pilingên
Çemandî pilingî pilingan
Nîşandera çem. wî pilingî wan pilingan
Bangkirin pilingo pilingino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pilingek pilingin
Îzafe pilingekî pilingine
Çemandî pilingekî pilinginan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-îranî. Hevreha soranî پڵنگ (pillnig), farisî پلنگ (peleng), peştûyî پړانګ (pṙang), sogdî pranka, sanskrîtî पृदाकु (prdāku). Peyveke kevnar ya Rojhilata Navîn e, bide ber sûmerî 𒊊 (piriŋ, “şêr”). Yan hevreha yûnanî πάρδαλις (pardalis) û πάρδος (pardos) û latînî pardus lê ihtimalen ev peyvên yûnanî û latînî ji zimanên rojhilatî hatine wergirtin. Ji eynî rehî: pars, leo-par. Peyva îngilîzî tiger, frensî tigre û peyvên wek wan di zimanên ewropî de bi rêya yûnaniya kevn ji îranî tigri- (tîr, tîrê kevanê) ne ji ber ku piling wek tîran zû dilive. Herwiha ببر (bebr) ya erebî jî ji îranî ye, bi farisî ببر (bebr), pehlewî bebr, sanskrîtî व्याघ्र (vyāghrá). Heman peyv ji îranî ketiye zimanên Qefqasyayê jî: ermenî վագր (vagr), gurcî ვიგრი (vigri).

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya tiger a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya leopard a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Anagram

[biguhêre]
[biguhêre]

piling

  1. nijinandin, xirvebûn li ser yek, danan ser hev

Anagram

[biguhêre]