Here naverokê

fêris

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /feːˈɾɘs/
  • (Rengdêr)
    Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: fê·ris
[biguhêre]
fêris (1)

fêris n

  1. (dîrok) şahsiwar, siwarî, şovalye, cengawerên bijare yên Serdema Navîn
    • Ko mustehiq e Xwisrowê xoban bi ceza girt
      Peyweste du fêris ji me ra daberizîn dil
      Zulfan bi çep û rast-i li oxilme cema girt
       — (Melayê CizîrîDîwan , ~1640)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina fêris
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî fêris fêris
Îzafe fêrisê fêrisên
Çemandî fêrisî fêrisan
Nîşandera çem. fêrisî wan fêrisan
Bangkirin fêriso fêrisino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî fêrisek fêrisin
Îzafe fêrisekî fêrisine
Çemandî fêrisekî fêrisinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî فارس (faris, şervanên siwar, şovalye), hevreha aramî ܦܪܫܐ (perraşa), îbrî פרש (paraş), têkilî فرس (fers, hesp, mahîn, dewar) ji فرس (ferese, perçiqandin, herişandin, meriçandin, zirviçandin - belkî ji ber ku dewar bi simên xwe tiştan diperçiqînin). Bo guherîna "a > ê" bide ber "kitêb" ji erebî "kitab".

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya knight a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr

[biguhêre]

fêris

  1. (mecazî) cengawer, çeleng, qehreman, xweşmêr, camêr, bêtirs, netirs, zîrek, çalak, egîd, aktîv, xurt, jêhatî, wêrek, biste

Werger

[biguhêre]