Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Paşgir[biguhêre]

  1. Paşbendika navdarên yên tewandî ye.
    Av → Avê vedixwim.
    Sêv → Sêvekê bixwe.
    Mala wê (ew + -ê).
    Jîyan → Jîyanê çi got?
  2. Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendnêr dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt.
    Kurrê wî.
    Mêrê Fatmayê.
    Dîwarê kevn.
  3. Paşbendika bangkirina li kesên yan tiştên zayendmê ye.
    Keçê, ka were!.
    Yarê, te ez helandim.
  4. Di hin devokan de paşbendika pirrjimariyê ye dema diyarkerek bide dû peyv sereke.
    Min du defterê nû hene lê min ji bîr çend pênûsê din jî ji xwe re bikirrim.

Herwiha[biguhêre]

  • -êy (bi devokî ji bo 3. - paşbendika bangkirina li kesên yan tiştên zayendmê)

Bide ber[biguhêre]

Binere herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha , soranî , farisî -i, pehlewî , farisiya kevn -ehye, avestayî -ehie ji zimanên îranî.

Werger[biguhêre]