-ê-

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rehekî lêkerê[biguhêre]

-ê-

  1. Rehê dema niha ji lêkera hatin (tewandin).
    ez t-ê-m, tu t-ê(-yî), ew t-ê(-t), em/hûn/ew t-ê-n
    ez na-y-ê-m, tu na-y-ê, ew na-y-ê, em na-y-ê-n

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Dema borî[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî ـێـ(-ê-), hewramî -e-, zazakî -yen-, farisî ـآیـ(-ay-), pehlewî -ey-, hexamenişî 𐎠𐎡 (-ey-, çûn), avestayî 𐬀𐬉𐬌(-eêy-, çûn), sanskrîtî (ê, çûn), yûnaniya kevn εἶ (êy, çûn), lîtwanî eĩ- (çûn), hîtîtî 𒄿 (î: çûn), albanî -i (çûn), latînî ire (çûn), fransî ir- (çûn), spanî ir (çûn)... hemû ji proto-hindûewropî *ey- (çûn yan jî belkî çûn-û-hatin). Bi maneya "hatin" tenê di îraniya niha (kurdî, farisî...) û ya navîn (pehlewî) de cih girtiye. Di îraniya kevn (avestayî, hexamenişî) û hemû çeqên din yên hindûewropî de bi wateya "çûn"ê ye. Herwiha binere "hatin".

Rehê fermanî û mercî yê lêkera "hatin" anku "wer-" (2) ji tirkî var-mak (gihiştin) e, ji osmanî وارمق(varmeq), ji tirkiya kevn barmak (çûn), hevreha azerî varmaq (çûn), ozbekî bormoq (çûn), qazaxî бару (barû: çûn). "Wer-" ne hevreha "hatin"ê û rehê wê yê dema niha ye û di zimanên din yên îranî de jî peyda nabe loma ihtimala ku ji tirkî be, gelekî mezin e. "Varmak" (gihiştin derekê) ya tirkî nêzîkî "hatin"a kurmancî ye, bi zimanên din yên tûranî maneya wê "çûn" e anku dijwateya "hatin"a me ye. Lê di rastî de ew ne tiştekî ecêb e, rehê dema niha yê lêkera "hatin"ê anku "-ê-" jî ji rehekî proto-hindûewropî ye ku maneya "çûn"ê dide.

Werger[biguhêre]