Here naverokê

sivik

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /sɘˈvɘk/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: si·vik

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv sivik
Komparatîv siviktir
Sûperlatîv herî sivik (merkezî)
tewrî sivik (rojavayî)
siviktirîn (soranîzm)
Perên teyran sivik in loma bayê xurt dikare wan bifirîne.

sivik

  1. ne giran, ne qurs, ne sengîn,
    tişta/ê bo hilgirtinê hêsan anku sanahî,
    tişta/ê ku weznakêm e
  2. biçûk, xwarina biçûk yan ya bi hêsanî dihele
    Me taştek sivik xwar û em bi rê ketin.
  3. ne dijwar, ne mezin, ne zehmet, ne giring,
    tişta/ê ti bandorek mezin nîne yan nake
    Sizayek / cezayek sivik
  4. xewa ne kûr
    Filankes xewsivik e = bi hêsanî ji xew şiyar dibe
  5. lezgîn, ya / yê ku dileze
    Sivoke siv'kê darê, ji vê darê çû wê darê. (gotinokek e)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
    »Nûruha fî nezerî zulmetu dacin we-helek«
    Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik
    Çi ji biska te bibêm ah-i ji biska te çelek

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî سووک (sûk) (sûk < *siwik), kurdiya başûrî siwik, sûk, suwik, sêvik, farisî سبک (sebok), pehlewî sepuk, hexamenişî sepu-ke, îraniya kevn *θrap/tarp, sanskrîtî trap, ji proto-hindûewropî *trep- . Hevreha terpilîn. Belkî şenik ya zazakî jî ji eynî rehî be.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya light a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.