Here naverokê

dijwar

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /dɘʒˈwɑːɾ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: dij·war

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv dijwar
Komparatîv dijwartir
Sûperlatîv herî dijwar (merkezî)
tewrî dijwar (rojavayî)
dijwartirîn (soranîzm)

dijwar

  1. Tişta bo kirina wê pir enerjî / şiyan / hinêr û hwd hewce ye.
    Hevmane: zehmet, asê
    Dijmane: hêsan
    • Derdên min giran bûn ji ber ku aloziya motorê min hin bi hin ji min re dijwartir xuya dibû û ava vexwarinê tev dibû û ez ji tiştin dijwartir ditirsiyam. — (Mîrzayê Biçûk, Antoine de Saint-Exupéry, werger: Fawaz Husên, Weşanên Nûdem)
    • Hin nûrmisal û hin wekî nar
      Hindek di helîm û hin di dijwar
      Van sadiq û rast û xêrixwahan
      — (Ehmedê Xanî (~1692), Mem û Zîn)
  2. Tişta dikare devê mirovî biarîne eger mirov bixwe.
    Hevmane: tûj
    Ev îsot û bîber pir dijwar in.
  3. Birînên giran / xedar, ne sivik.
    Hevmane: xedar

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji dij +‎ -war, hevreha farisî دشوار (duşvar).

Werger

[biguhêre]