Here naverokê

kitêb

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /kʰɘˈteːb/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: ki·têb
[biguhêre]
Kitêb

kitêb m

  1. Komeke kaxezên bi nivîs û / yan resm yên di nav bergekî de hatine çapkirin.
    Hevmane: pirtûk
    Wê rûpela 50 ya kitêbê vekir û dest bi xwendinê kir.
    • Me ji ser çeşmeyê ḥeywan qedeḥek ṣafî vexwar
      Nagihî lez̤z̤et û z̤ewqa me bi ṣed cildê kitab
      — (Melayê Cizîrî (~1640), amadekariya Arif Zêrevan, Dîwan, Weşanxaneya Nefel, di 2004 de hate weşandin, rûpel 44)
    • Agir û pêta di dil da
      Me„neya daxan ku hilda
      Ew kitab naçit tu cilda
      Hafîzê medhan im ez
      — (~1620, Feqiyê Teyran, amadekariya M. Xalid Sadinî, Feqiyê Teyran jiyan berhem û helbestên wî, çapa 7an, Nûbihar, rûpel 130)
    • We neẓertu fîl-kîtabî, yanî ez daxilê xanî bûm û min neẓer li kitêbê kir. — (~1600, Elî Teremaxî, amadekariya Aydın Üneşi, Tesrîfa Teremaxî, Mêrdin, di 2016 de hate weşandin, rûpel 64)
    • Ji şaîrê Kurmancan, bi zimanê Kurmancî, di tarîxa hezar û şeşsedî de di qeseba Bayezîdê de, hezretî Ehmedê Xanî kitêba ku telîf kiriye bi wezn bi nave Mem û Zînê, aşiq û maşûq, li weche muxtesr beyana wan dike. — (~1850, Mele Mehmûdê Bazîdî, amadekariya Xelîl Duhokî, Mem û Zîn, Lîs, di 2007 de hate weşandin, rûpel 23)
    • Mirovek xwenda, alim hebî, nave wî "Ehmede Xanî" bî[sic]. Xwedê jê razî be, rehmeta Xwedê lê be, vî mirovî hin kitêbên Kurmancî nivîsîne. — (1898, Miqdad Midhet Bedirxan, amadekariya M. Emîn Bozarslan, Kurdistan, cild 1, di 1991 de hate weşandin, rûpel 123)
    • - Ma lê, ji te xeyidîme, ma çawan ji te naxeyidim. Te ez avêtim nav kitêb û kaxizan, te ez kirim hogir û hevala bermayên qaşûlên dar û qirş û hevsera caw û potikên zibilgehê. — (Gazinda Xencera Min, Hawar, Celadet Alî Bedir-Xan, hejmar 12)
  2. Her kitêba miqeddes wekî Qur'an an Încîl.
    • Îsa cewab da ji wan ṟa, û go: Ey! şaşxunan, ne kitêb dizanin û ne quwwetê Xodê — (1872, tercimekirina Isaac Grout Bliss, Ինճիլ [Încîl]‎[1], Stenbol; transkrîpsiyona İlyas Sayım, Yekemîn Încîla Kurdî bi Alfabeya Ermenî Transkrîpsiyon û Lêkolîn[2], çapa 1ê, Bîngol, 2024, rûpel 105)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kitêb
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kitêb kitêb
Îzafe kitêba kitêbên
Çemandî kitêbê kitêban
Nîşandera çem. kitêbê wan kitêban
Bangkirin kitêbê kitêbino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kitêbek kitêbin
Îzafe kitêbeke kitêbine
Çemandî kitêbekê kitêbinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî كِتَاب (kitāb) ji reha ك ت ب (k-t-b) têkilî rêzkirinê û çêkirina rêzikan ji wê yekê jî têkilî nivîsînê, ji proto-samiya rojavayî *katab- (xurandin, xeritandin). Ev reh koka peyvin din jî ne weku: katib, mekteb, ketîbe.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya book a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.